01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
VAN
Li Wanê nûnerên Federasyona Eşîrên Qedîm (KAF) hatin bal hev û daxuyandin ku ew ê di referanduma da ji bo pergala hikûmetê ya serokomariyê bibêjin "erê".
25 nûnerên eşîran yên bajarên herêmê li bajêr di otelekê da hatin bal hev û li ser dengdayîna gel daxuyaniya hevpar dan çapemeniyê.
Serokê Giştî yê KAFê û Nûnerê Eşîra Gewdan Rasîm Aslan daxuyanî xwend û got ku li Tirkiyeyê geşedanên sosyal û siyasal ên pir girîng çêdibin.
Aslan diyar kir, ji bo ku Tirkiye li dinyayê xurttir û mureffehtir bibe, hin gav hatin avêtin û wiha dewam kir:
"Tirkiye dewleteke mezin e. Miletê me bi geşedanên ku vê axiriyê qewimîn va cardin dîrok nivîsî. Li hemû erdnîgariya misilmanan cardin hat fêmkirin ku Tirkiyeyeke mezin û xurt ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn, ji bo hemû erdnîgariya îslamê û medeniyeta mirovahiyê garantiya aştiyê ye. Ji kîjan dîn, nijad û zimanî dibe bila bibe, welatê me wê bibe yeganeya mezluman. Me dewleteke ku ne bi tenê li ser navê gelê xwe, li ser navê gelê mezlum jî aktorekî xurt e, ne ku tê rêvebirin, bi rê ve dibe, ne ku li dû diçe, li dû wê tên, ne ku teslîmî polîtîkayê dibe, bi xwe polîtîkayan dike ava kir. Ji bo ku ev hedef bên bidestxistin sîstema hikûmeta serokomariyê wê bê."
- "Em ji tariyê derbas bûn û em ber bi rojaniyê ve diçin"
Aslan got ku di 16ê nîsanê de bi referandumê ve sîstema nû wê pêşkêşî gel bibe û gelê biryarê bide, wek eşîrên qedîm ew dixwazin Tirkiyeyeke bihêz hebe.
Aslan diyar ku Tirkiye ji erdê xwe zêdetir ciyî tesîrê dike, diayê mezlûman hildide û gel wê wek welatê 'kelha dawîn' dibîne û wiha pê da çû:
"Hemû umet dixwaze ku Tirkiye hêzdar bibe. Me tarîtî veqelişand û ber bi roniyê diçin. Me piraniya tehdîdên li ser miletê xwe berteref kir, ber bi rojên firsendê pêş da diçin. Em bawer dikin ku 16ê nîsanê jî rojeke wisa ye. Em wek Federasyona Eşîrên Qedîm ji bo milet û umeta xwe di hilbijartina sîstema hikûmeta serokomariyê dibêjin 'erê'."
- "Tirkiyeyê ji qeydên xwe xilas bibe"
Bayram Zîlanê rojnamevan ê ku beşdarî civînê bû jî diyar kir ku bi raydayîna gel va Tirkiyeyê ji qeydên xwe xilas bibe.
Zîlan got ku bi pergala nû va rêveberiya duserî dê ji holê rabe û rêveberiyeke bêtir destxurt dê çêbe û wiha pê da çû:
"Serokomar û serokwezîr xelk hildibijêre. Dibin du meqam ku hêza wan temsîlê xurt e. Lê aliyekî serokomarê supererk heye û li kêleka wî jî serowezîrê ku bi rayên gel hatiye hilbijartin heye. Di pergala nû da meqameke bi navê Serokwezîrtiyê tuneye. Di heman demê da darazê jî bibe sivîl. Endamên HSYKyê dê bi destê Meclis û serokomar bên hilbijartin, wezîrê dadê û misteşar dê bibin endamên xwezayî. Ev pergal partiyên siyasî yên nijadperest tune dike. Ji ber ku hûn mecbûr in ku hemû Tirkiyeyê hembêz bikin."