Haydar Şahin
06 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2018
ANKARA
Serok Erdogan: "Kurê dowîzê bi carekî zêde bû mimkun nîne ku meriv vê bi tenê sedemên aboriyê îzah bike. Bi vê gotinê em ji berpirsyariyan narevin. Ya ku em dikin tesbîta rewşê ye."
"Divê em vê rastiyê tu carê bîr nekin. Her qeyran di heman demê da bi xwe ra gelek fersendan jî tîne."
"Daxuyaniyên ku aliyên wekî çavkaniya krîzê didin bi eşkeretî nîşan didin ku bi sedem û saîqan vê zêde dikin."
"Tirkiye ji deynê xwe ra sadiq e, bira bi tenê vê venegerînin deynê cirmê. Wê gavê em ê kum û kolozan li hev biguherînin."
"Em gelê xwe bi destê kesên bêînsaf yên berjewendîperest va bernedin."
"Ez bawer dikim ku sektora me ya taybet xwedî wê maharetê ye ku krîzê vegerîne firsendê."
"Me wekî rêveberiya dewletê ji bo ku ji heqê vê qeyranê bên der di nav şert û mercên asayî da hemû guherînên bi tesîr û reformên mezin ên bo sepandina wan wext lazim bûn di nav demeke kurt da kirin rewacê û dikin jî."
"Hetanî ev cana di vê bedenêê da be tu kes nikare Tirkiyeyê têxe bin destê saziyên navneteweyî."
"Em ê welatê xwe li gorî reçeteyên me, bi çareserkirin û bernameyên xwe ve bigihînin hedefên xwe."
"Tu kes nikare Tirkiyeya ku me rakiriye ser piyan carekê dîsa bide çokvedan."
"Deriyê me helbet ji bo hemû veberhênanê, ji her piştgiriyê û ji her tevkariyê ra vekiriye. Lê bila bi tenê ji bo berdêldayîna me hewl nedin û çav nekutin serdestî û pêşeroja me."
"Bi înza Xwedê em carekî bimrin hezar carî radibin. 8 şehîdên me hene? Bira terorîst bizanibin ku ew ê bi 800 kesî berdela vê bidin."
"(Têkoşîna dijî terorê) Di wan qul û bexşa da emê bikevin şikeftê wan û koka wan biqelînin. Li Qendîlê jî li Şengalê jî emê qira wan bînin. Ew ê hertim birevin û emê bidin pey wan. Wê tu carî qeweta wan negihêjê ku hizûr û aramiya vî gelê hanê ji holê rakin."
"Mixalefeta sereke ji bo tengasiyên li welêt tu dibê bi benzînê diçe ser agir û gelo em ê ji merivê li serê mixalefeta sereke ra bêjin çi? Êdî em westiyan ku îftirayên wî li rûyê wî bixin, me ewqasî qalê kir ku kaxizên di destê wî da belge nînin, êdî em westiyan."
"Gava Filistîn tê gotin AK Partî tê aqil û gava Xeze tê gotin dîsa AK Partî tê aqilê merivan."
"(Daxuyaniyên Kiliçdaroglu) Li Tirkiyeyê çiqas terorîst, çiqas provakator, çiqas kesên biqisur hebin vî zatê hanê di axaftinên komê da hemûyan dika taca seran û pesnê wan dide û piştgiriyê dide wan."
Serok Erdogan destnîşan kir ku wextê diçin welatekî ji bo veberhênana li Tirkiyeyê karsazan dewet dikin û wiha pê da çû: "Em neçûn ber derê kesî û pere ji wan nexwest û naxwazin jî."
"(Daxuyaniyên Kiliçdaroglu) Jixwe li Tirkiyeyê krîz tune. Pêşiyê here aboriyê hîn bibe. Li Tirkiyeyê manîpulasyona li ser aboriyê heye, tevgereke manîpulatîf heye. Hewl didin bi vê fatureyê bibirin, tu jî di nav aktorê fatureyê da cî digre."
"Li dinyayê ji dewletên rêjeya dahata neteweyî û deynê wan herî kêm yek jî Tirkiye ye û şikur di vê meseleyê da pirsgirêka dewleta me tune."
"Hûn cî didin qaşo rojnamegerekî ku 5 sal û 10 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn û niha li vî welatî ye, ev hereketeke dijî hevkariya me ya bi stratejîk e û pênayê."
"Dema hevkarên me yên stratejîk ji me xwestin çiqas terorîst hebûn me teslîmî wan kirin. Mixabin em kesên li dewleta me îxanet kirin, rabûn hewla derbeyê ji wan dixwazin ew me gelî gelî li avê digerînin."
"Ev cara paşîn dema ez çûm Almanyayê qaşo rojnamegerî ku 5 sal û 10 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn û ji xwe ra fersendek dîtibû û reviyabû wir, li wê derê jî rihet nesekinî. Li wê derê jî kesên lê xwedî derkevin qaşo siyasetmedar peyda kirin. Dema ku xeber ji me ra hat me jî got 'Heke tevlî me ew jî li wê derê cih bigire wê demê em civîneke hevpar nakin. Hûnê jî bi wî ra civînekê bikin û em ê jî civîneke çapemeniyê ya ku ew tê da cih nagire bikin.' Bi vî awayî me ji wan ra xeber şand."
"Ji meha borî pê va îxracata me salane ji 165 milyar dolarî derbas bû. Dema em hatin ser wezîfeyê ev 36 milyar dolar bû. Ew ê hê jî zêde bibe."
"Hedîseyên dawiyê çêbûn belkî parek li ser Tirkiyeyê tesîr kiribe lê nikare vî welatî hilweşîne. Çimkî Tirkiyeya îro ne Tirkiyeya di sala 1994an e, ne jî ya sala 2001ê ye."
"Ew kesên Îtifaqa Cumhur wek îtifaqeke ji rêzê ya hilbijartinê dibînin jî di nav şaşiyekê da ne. Îtifaqa Cumhur navê piştevaniya wan kesan e ku xwedî nêrîna neteweyî û xwemalî ne û ji bo pirsgirêkên welêt hewl didin."
"Li derdora Minbicê qanalan vedikin. Kî? YPG/PYD. Xwedî heman qerekterê ne û cibiliyeta wan yek e."
"Hedefa me ya ewil ew ku em axa vî welatî teslimî wan kesên ku îxanetê dikin nakin."
"Ez wisa bawer dikim ku Îtifaqa Cumhur heke di lîsteyên hilbijartina îdareyên mehelî da cih negire jî wê di nav dilan da dewam bike."
"Me tu carê wekî îtifaqa ji bo sandoqê li vê îtifaqê mêze nekir. Îro jî em bi wî çavî lê nanihêrin. Li cihên ku emê namzedên xwe nîşan bidin jî qet nebe li cihên mimkun e ji bo domandina vê îtifaqê emê li rêyan bigerin."
"Ewên xwedî fikra 'Heta ku Enver dikeve Edîrneyê bila Bulxar bikevin wê derê' CHPya îro nûnerê muxalefetê ye û hevkarê wê jî HDP ye."