01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Di hefteya 4emîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Beşîktaş û Napolî ya ku di Koma Byê da ne ji bo pêşbirka rovanşê wê îşev bên hemberî hev.
Pêşbirk wê li Vodafone Arenayê bê kirin û di saet 20.45an da dest pê bike.
Di pêşbirka ewil da Beşîktaşa ku mêvanê Napoliya tîma Îtalyayê bû reqîbê xwe 3 û 2 têk biribû û bi 3 pûanan va vegeriyabû mala xwe.
Beşîktaş dixwaze avantaja ku di 19 cotmehê da li mala reqîbê xwe bidestxistibû biparêze lê pisporên sporê jî dibêjin tîma Napoliyê ji bo ku heyfa xwe hilde wê hewl bide.