Haydar Şahin
07 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
ANKARA
Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê Da (BHQ) ya bi hejmara 699an a Der Barê Guherîna Qanûna Hilbijartina Serokomar Da di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor vê, benda dibêje "Ji bo ku bide Serokomar vê zabitnameyê dişînin Seroktiya Meclisê" li benda 2yan a xala 20an ya Qanûna Hilbijartina Serokomar a bi hejmara 6271ê hat zêdekirin. Berê di xalê bi tenê digot "Li ser navê serokomarê hat hilbijartin Lijneya Hilbijartinê ya Bilind zabitnameyê amade dike".
Xala 21ê ya li ser merasima sondxwarinê jî wiha hat guherandin.
"Zabitnameya li ser navê serokomarê hat hilbijartin were amadekirin di Lijneya Giştî ya Meclisê da, bi detsê Serokê Meclisê an jî Serokê Berwext tê dayîn û di heman rûniştinê da merasima sondxwarinê tê lidarxistin. Piştî hilbijartinê Meclis kom dibe û piştî vê rûniştinê dibê di nav 3 rojan da merasim were kirin.
Heke Serokomar di tura 2yan da were hilbijartin an jî bi tenê hilbijartina serokomar were kirin dema encamên teqez werin eşkerekirin dibê di nav 3 rojan da merasima sondxwarinê were kirin. Heke Meclis di halê kombûnê da nebe jî dibê demildest bang bikin ku Meclis kom bibe.
Alîkarên Serokomar û wezîrên ku bi destê Serokomar tên tayînkirin jî roja piştî tayînkirinê sond dixwin."
Hikmên BHQyê roja hatin weşandin dikevin rewacê û Lijneya Wezîran van hikman bi rêva dibe.