Nihat Kavşut
07 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2018
TBMM
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Roja duşemê bi merasima sondxwarina serokomariyê Tirkiye wê derbasî heyameke nû bibe. Piştî merasima li Meclisê li Kuliyeya Serokomariyê ya Beştepeyê em ê merasimeke xweş ya destpêkirina wezîfeyê çêkin. Li gor planên dawîn wê 22 serokomar û 17 serokwezîr, alîkarên serokomar û serokên meclisê tevlî merasimê bibin."
"Divê em hevsenga hesas ya ku gelê me di sandoqê da nîşan da rast û baş binirxînin."
"We di hilbijartinê da dît, kesên der heqê me da gotin 'namzedekî westiyayî ye' ketin çi halî. Kesên ji me ra gotin 'westiyayî' ne haya wan jê tuneye ku em çiqasî xwediyê tecrubeyê ne. Ya rast hişê wan westiyayî ye, lê hemd ji Xwedê ra em wisa nînin. Em ê zêdetir hêzdar bibin û dewam bikin."
"Beriya civîna ewil (kabîne) em ê ji bona nimêja înê herin Hecîbayramê. Em ê dia bikin û peyra civîna ewil ya kabîneyê bikin."