Türkan Tosun
23 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
Mamosteyên ku di Koroya Dîn û Zimanan a Mêrdînê de stranan dibêjin, wê bi 5 zimanan ve bangî mamosteyên rojavayê bikin ku bila ew bên li herêma Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê mamostetiyê bikin.
Konsera mamosteyan wê sibê li Navenda Çanda Ataturkê ya Mêrdînê çêbibe. 17 mamoste wê bi tirkî, kurdî, erebî, ermenkî û suryankî stranan bibêjin û bang bikin ku bila mamoste bên li herêmê mamostetiyê bikin.
Şefê koroyê Seçkîn Mataraci ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di koroyê de 17 mamoste, mele, keşîş, bermalî, xebatkar û ji gelek pîşeyan mirov hene.
Mataracî got ku dema mamoste nû tên Mêrdînê li ber xwe dikevin û wiha dewam kir: "Lê di demeke kin de hînê bajar dibin û dibêjin ku ji xwendekarên ku dîn, ziman, çand û nijadên wan cuda re perwerde dayîn tiştekî taybet e. Sibê 24ê mijdarê roja mamosteyan e. Ji ber vê ew ê bi zindî konserekî bidin. Wê bi zimanên cuda stranan bibêjin. Ew ê bibêjin ku mamosteyên li rojavayê dijîn bila werin li herêmê mamostetiyê bikin. Koroya me peyama aştî, xweşbînî û biratiyê dide."
- "Hewcedariya zarokên li vir bi perwerdeyê heye"
Mamoste Esra Gultekîna ku ji Enqereyê hatiye û li Mêrdînê mamostetiyê dike got ku ew jî di koroyê de stranan dibêje û wiha axivî: "Dema ez hatim li vir, hin fikarên min hebûn. Lê tiştekî ku mirov jê bitirse tune. Ew dikarin bi dil rehetî werin li vir û mamostetiyê bikin. Hewcedariya zarokên li vir bi perwerdeyê heye."
- "Bila mamoste netirsin û werin herêmê"
Îpek Altaça ji Trabzonê jî got ku ev koro ji bo Mêrdînê pir girîng e û wiha axivî: "Ez bê pirsgirêk wezîfeya xwe dikim. Dema tayîna min derket ez hinekî bifikar bûm, lê niha hîn bûm. Lewra mirovên li vir pir xwîngerm in. Xwedî li mamosteyên ji derve tên derdikevin. Mamoste bila netirsin û werin herêmê."