Ahmet Aydın
17 Îlon 2018•Rojanekirin: 18 Îlon 2018
SOÇÎ
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku digel Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di mijara çareserkirina mijara Idlibê li gor ruhê Astanayê mitabiq bûne û got, "Me biryara pêkanîna herêmek bê çek di navbera wan qadên di bin kontrola mixalifan û rejimê de ye, da."
Serokomar Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, li Rêzîdansa Serokayetiya Dewletê, piştî civîna dualî û ya di navbera heyetan de civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Erdogan kêfxweşiya ji hatina Rûsyayê anî ziman û ji bo mêvanperweriya ji şexsî wî û heyata wî re spasiyên xwe pêşkêş kirin.
- "Hebûna mixalifan li qadên ku tê de ne, dê bidome"
Serokomar Erdogan anî ziman ku di hevdîtinên xwe yên dualî û yên di navbera heyetan de de, di mijara çareserkirina fikarên xwe yên li ser Idlibê biryarên baş dane û got, "Me careke din tekîd kir ku digel birêz Pûtîn di mijara çareserkirina meselaya Idlibê de li gor ruhê Astanayê em mitabiq in. Di vê çarçoveyê de, mayina mixalifan li qadên ku tê de ne, dê bidome. Herwiha digel Rûsyayê emê rê nedin ku komên radîkal li wê qadê destbikar bin."
Erdogan herwiha got, "Rûsya dê ji bo temîna êrîşnekirina Idlibê, tedbîrên pêwîst wergire."
- "Em li Idlibê rê li ber çêbûna qeyraneke mirovî digirin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku dê digel Rûsyayê li ser herdu milê sînorê wê herêma bê çek ya ku bê diyarkirin, dê bi kordîne dewriyeyê bikin û got, "Ez di bi wê baweriyê de me ku bi vê mitabeqetê, li Idlibê em rê li çêbûna qeyraneke mirovî digirin. Tirkiye dê li hikumirina xalên çavdêriyê yên halî yên li herêma bê rageşî ya li Idlibê berdewam be. Tirkiye di mijara Idlibê de jî, herwekî ji destpêka qeyrana Sûriyeyê ve dike, tişta ku bikeve ser milê wê dê bike."
Di hevdîtinê de Serok Erdogan herwiha bal kişand ser hebûna terorîstan li qada Sûriyeyê û got, "Tehdîdên herî mezin ên li dijî siberoja Sûriyeyê, ji Idlibê zêdetir, ji hêlînên terorê yên li rojhilatê Feratê tên. Me him bi operasyona Mertalê Feratê û him jî bi ya Çiqlê Zeytûnê qadeke zêdetir ji 4 hezar kîlometroçarçikî ji DESŞ û PKKê paqij kir."
- Di mijara "Idlibê" de mitabeqet hat îmzakirin
Piştî axafitna herdu serokan Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu "Peymana Îstiqrardarkirina rewşa Herêma Kêmkirina Rageşiyê li Idlibê" îmza kir.
Di civînê de Wezîrê Karê derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Fatih Donmez, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Peywendiyê yê Serokomariyê Fahretttin Altun jî amade bûn.
Di heyeta Rûsyayê de jî Wezîrê Karê derve Sergey Lavrov, Wezîrê Enerjiyê Aleksandr Novak, Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu, Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov û Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov cih girt.