27 Tebax 2016•Rojanekirin: 29 Tebax 2016
CERABLUS
Artêşa Sûriyeya Azad bi saya operasyona Mertalê Feratê ku bi hevkariya hêzên esmanî yên koalîsyonê û Hêzên Çekdar ên Tirkan dest pê kir, bi temamî kontrola Cerablusê bi dest xist.
Endamên Artêşa Sûriyeya Azad bi hesasî dixebitin û ji bo ewlehiyê paqijiyê dikin.
Di çarçoveya xebatan da li cî û warên ku endamên DAEŞa rêxistina terorê terikandin lêgerîn û lêkolînan dikin û teqemeniyan paqij dikin.
Leşkerên di Artêşa Sûriyeya Azad da wezîfedar li nêzî Deriyê Sînor ê Karkamişê teqemeniyên endamên DAEŞê tesbit dikin û di nav ewlehiyê da tên îmhekirin.
Leşkerên Artêşa Sûriyeya Azad do qederê 20 teqemenî îmhe kirin û tê gotin ku DAEŞê herî zêde li bakurê Cerablusê teqemenî bi cî kirine.