21 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
PARÎS
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji ber êrîşa terorê ya li Gazîantepê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra peyama sersaxiyê şand.
Di peyama ku li ser malpera înternetê ya fermî ya Kremlînê hat dayîn da wiha hat gotin: "Ev êrîşa ku birin ser merasima dewatê cardin dide nîşan ku terorîzm rêgezên civata medenî û nirxên exlaqî yên sereke nas nake. Bûyerê cardin da nîşan ku divê civata navneteweyî di mijara têkoşîna terorê da tevkariyeke ciddî bikin. Em amade ne ku bi partnerên xwe yên tirk ra di mijara têkoşîna terorê da ji her alî va tevkariyê xurt bikin."
Pûtîn ji bo kesên ku di êrîşê da mirin sersaxî da û ji bo birîndaran şifa xwest.
Serokomarê Fransayê François Hollande ragihand ku ew, êrîşa terorê ya ku du êvarê li Gazîentabê qewimî bi "tundî" şermezar dike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Elyseeê da wiha hat gotin, "Serokomar êrîşa terorê ya nemerd a ku duhê li dawetekê qewimî û bû sedema mirina herî kêm 50 kesî, pir tund şermezar dike. Wekî Fransa em bona rayedar û xelkê tirk sersaxiyê dixwazin. Em li cem her kesekî ne ku li dijî terorê şer dike."
Hollande peyama xwe ya der barê êrîşa terorê ya li Gazîentabê da ji ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê jî belav kir.
Ji Aliyev bo Erdogan peyama serxweşiyê
- Serokê Azerbeycanê Îlham Eliyev seba qurbaniyên êrîşa terorê ya li Entabê peyameke serxweşiyê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan şand.
Peyama Eliyev li ser malpera fermî ya Serokomariya Azerbeycanê belav bû. Aliyev di peyama xwe da bi awayê "Birayê minê ezîz" xîtabî Erdogan kir û ragihand ku ew ji ber êrîşa terorê ya li Entabê pir li ber xwe ket.
Eliyev wiha got, "Li dijî hemû celebên terorê divê têkoşîneke hevpar, domdar û biryardar hebe. Ez li ser navê xwe û li ser navê xelkê Azerbeycanê serxweşiyê didim cenabê we, malbat û xizmên qurbaniyan û birayên me xelkê Tirkiyê. Ez ji bo birîndaran jî şifayê dixwazim."
- Serokê Komara Qibrisa Bakur (KKTC) Mustafa Akinci êrîşa terorê ya ku li Gazîentabê qewimî û bû sedema mirina 50 kesî şermezar kir.
Akinci der barê êrîşa terorê da peyamek weşand û tê da wiha got, "Wehşeta terorê îcar jî li Gazîentabê li dawetekê rû da. Ez vê êrîşa terorê şermezar dikin."
- Serokê Vatîkanê û serokê ruhanî yê alema katolîkan Papa Franciscus ji bo kesên ku di êrîşa terorê ya li Gazîentabê de mirine û birîndar bûne dia kir.
Papa Franciscus li Vatîkanê wek her yekşem, vê yekşemê jî li Qesra papatiyê ya ku li qada Azîz Petrusê ye diaya Angelusê kir. Papa îro di diaya xwe de behsa êrîşa terorê ya li Gazîentabê kir.
Franciscus wiha got: "Xebera biêş a ku der barê êrîşa bixwîn a li Tirkiyeya delal gihîşte min. Ji bo qurbaniyên êrîşê, yên ku mirine û birîndar bûne em diayan bikin. Ji bo her kesî ez aştiyê dixwazim."
Papa piştî van gotinên xwe bêdeng ma û bi demekê dia kir.
- NATO êrîşên dijî Tirkiyeyê şermazar kirin
- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, êrîşên terorê yên vê dawiyê bi tundî şermezar kirin
Stoltenberg bi daxuyaniyeke nivîskî rêze êrîşên terorê yên dijî Tirkiyeyê bi tundî şermezar kirin.
Stoltenberg di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku hevxemê xizmên qurbaniyan e û sersaxiya wan dike û niyaza şîfayê ji bo birîndaran kir û wha pê da çû "Di vê rewşa dijwar da em piştevanê Tirkiyeya hevpeymanê xwe ne. Emê di bibiryariya xwe ya di têkoşîna dijî terorê da berdewam bin."