21 Îlon 2016•Rojanekirin: 22 Îlon 2016
ATÎNA
Daxwaza îltîcayê ya 3 eskerên ku tevlî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bûn piştra reviyan Yewnanistanê hat red kirin. Komîsyona îltîcayê ya siyasî serlêdana îltîcayê ya ji 8 eskeran jê ya 3 kesan qebûl nekir.
Li gor nûçeyên ku di çapemeniya Yewnanistanê da hatin belavkirin, daxwaza 5 eskerên darbeker wê hefteya pêşiya me ji nû va were nirxandin. Hat ragihandin ku heke teleba eskerên derbeker neyê qebûlkirin, ew ê karibin ji biryara komîsyona ser û dadgehên Yewnanistanê ra îtiraz bikin.
15ê temûzê piştî hewla derbeyê ya 8 eskerên derbeker bi helîkoptera eskerî ya tîpa Sikorskyê çûbûn Balafirgeha Dedeagaça Yewnanistanê. Li vir rutbeyên evan eskeran hatibûn jêkirin û eskeran ji Yewnansitanê daxwaza penaberiya siyasî kiribû. Dadgeha Dedeagaçê derbarê eskerên derbeker ên ku bi rêyên dereqanûnî hatibûn Yewnansitanê da biryara girtinê da bû. Eskerên ku li Girtîgeha Ferecîkê da bûn bi hinceta ewlehiyê sewqî Kavalayê piştra ji vir jî neqlê kampeke li nêzî Atînayê hatibûn kirin.