21 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
ANKARA
Hat ragihandin hêzên ewlehiyê di têkoşîna dijî terorê da hefteya dawîn di operasyonên li Şirnex, Hekarî, Diyarbekir, Batman, Mêrdîn û Bitlîsê da 45 endamên rêxistina terorê berteref kirin.
Hat diyarkirin di operasyonên li Beytuşşebaba Şirnexê, Yuksekovaya Hekariyê, Liceya Diyarbekirê, Sasona Batmanê, Dargeçita Mêrdînê û Bitlîsê hatin kirin da 45 endamên rêxistinê hatin berterefkirin.
Di operasyonan da 13 tiving, 5 demançe, 17 bombeyên destan, tivingeke mekanîk, çekeke lavê û bombeavêjek hat îmhekirin û 250 kîlogram amonyum nîtrat, gelek amûrên teqemeniyê, qablo, funye û madeyên teqemeniyê hatin qefaltin.
Wek mayîn di operasyonan da 8 sitargeh û şikeftek hat îmhekirin û 4 wesaîtên di êrîşên bombeyî da hatine emilandin hatin bidestxistin.
- 9 hezar û 950 kîlogram esarar toz hat qefaltin
Hêzên ewlehiyê 9 hezar û 950 kîlogram esrara toz, 650 kîlogram esrara xubar, 12,5 kîlogram hişbir û 55 hezar û 240 pakêt cixareyên qaçax qefaltin.
Di kontrol û teqîbatên li ser sînor da 2 hezar û 983 qaçax hatin qefaltin.
Di encama operasyonan da 5 leşker şehîd ketin û 5 leşker birîndar bûn.