Sevim Hatun
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2017
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di operasyonên hefteya dawîn ên li giştiyê welêt hatin birêvebirin de jê 49 kuştî 68 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di navbera 25ê Îlon û 2yê Cotmehê de, hêzên ewlekariyê di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de 2 hezar û 95 operasyon li dar xistin.
Di çarçoveya operasyonê de 133 jê endamên PKK/KCKê, 26 jê çepgir, 45 kesên hat tesbîtkirin peywendiya wan bi DEAŞê re û 998 kesên hat tesbîtkirin peywendiya wan bi Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Parelel (FETO/PDY) re heye bi tevahî hezar û 202 kes; herwiha ji ber sûcê hişbir û qaçaxçîtiyê jî 3 hezar û 715 û di çarçoveya operasyonên dijî koçan de 682 kes hatin binçavkirin.
Bi tevahî 5 hezar û 599 kes hatin binçavkirin. Herwiha jê 49 kuştî 68 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonên li Şirnex, Diyarbekir, Hekarî û Mêrdînê hatin birêvebirin de 47 sitargehên hatin tesbîtkirin ji aliyê rêxistina terorî ve tên bikaranîn û şikeft, 23 teqemeniyên destî û mayin hatin îmhakirin.
Hêzên ewlekariyê 16 ton gida, 46 jê çekên giran û lûledirêj bi tevahî 54 çek, 200 kîlo madeyên ku bi wan teqemenî tên çêkirin, 79 bombeyên destî û 18 hezar û 741 muhîmmat desteser kirin.