20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
ANKARA
Di operasyonên ku di navbera 13-20ê mijdarê da li seranserê welat hatin lidarxistin da 58 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, hêzên ewlekariyê di nava hefteya borî da di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî da hezar û 366 operasyon li dar xistin.
Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistinê 206, bi îdiaya peywendiya bi rêxistina terorî DEAŞê 63, di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 666, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên çepgir da jî 10 berşik hatin binçavkirin.
Di operasyonên plankirî da 945 kes ji ber sûcên terorê, 115 kes ji ber koça bêpergal, 4 hezar û 213 kes ji ber sûcên hişbir û qaçaxçîtiyê, anku bi tevahî 5 hezar û 273 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên li Agirî, Bîngol, Diyarbekir, Erzingan, Hekarî, Kahramanmaraş, Mêrdîn, Şirnex, Tuncelî û Wanê da 73 şikeft û stargehên mensûbên rêxistina terorî ligel 55 mayîn û teqemeniyên destçêkirî hatin jinavbirin.
Hêzên ewlekariyê herwiha 2 ton û 413 kîlogram madeya teqemeniyê, 61 bombeyên destan, 67 jê giran û lûledirêj 81 çek û 20 hezar û 290 muhîmatên cur be cur bi dest xistin.
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da 370 jê li ser behrê, bi tevahî 5 hezar û 806 kes hatin girtin. 115 kes jî bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirine, hatin binçavkirin.
Der heqê 565 hesabên medyaya civakî yên ku propagandaya rêxistinên terorî FETO/PDY, PKK/TAK û DEAŞê dikin û pesna terorê didin û herwiha têkildariya xwe ya ligel rêxistinên terorî eşkere beyan dikin da xebat hat kirin. Di encamê da der barê 89 kesên tesbîtkirî da miemeleya qanûnî hat kirin.