Sevim Hatun
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 21 Mijdar 2017
ŞIRNAK
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo xaniyên ku ji malbatên li Hezexa navçeya Şirnexê dimînin û xaniyên wan di bûyerên terorî yên PKKê de zirar dîtin hatin çêkirin pişk avêt.
Li herêmê ji bo malbatan 716 xanî tên çêkirin û ji van xaniyan çêkirina 216an temam bû.
Xebata ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê digel TOKIyê ji bo berterefkirina texrîba li Hezexê ku mensûbên rêxistina terorî PKKê lê çal vedan, barîkat danîn û bombe teqandin çêbû, dabû destpêkirin bi lez û bez berdewam dike.
Di çarçoveya xebatan de serê ewil li nêzî Goleta ser Taxa Turgut Ozal ji bo mexdûrên terorê 216 xanî hatin çêkirin. Herwiha ji bo van xaniyan li Hêwana Konferansê ya Lîseyê di hizûra noterê de pişk hat avêtin.
Alîkarê Midûrê Bajêr yê Hawirdor û Bajarvaniyê Cengiz Başer got ku bi tevkariya wezaret û TOKIyê dest bi çêkirina avahiyan hat kirin û çêkirina 216 avahiyan temam bû.
Ji welatiyan Beşîr Aksanê ê ku di bûyerên terorî de xaniyê wî texrîb bû û çû Midyada navçeya Mêrdînê xanî kirê kir got: "Spasiya dewleta xwe dikim, bila ji bo hemûyan bixêr be. Ji bo ku wê xaniyekî nû bidine me kêfxweş im."