23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
AĞRI
Alim û şairê navdar ê Kurd Ehmedê Xanî di pêşangeheke navneteweyî de li Agriyê tê nasandin.
Waliyê Agiriyê Musa Işin bo peyamnêrê diyar kir ku wê di Pêşangeha îsal a TUYAPê ku îsal 21emîn car tê lidarxistin standeke bi konsepta Qesra Îshaq Paşa vekin.
Işin, destnîşan kir ku ew dixwazin Qesra Îshaq Paşa bi hemû dinyayê bidin nasandin, lewra ew mîraseke gelekî girîng û tarîxî ye.
Waliyê Agiriyê bal kişand ser girîngiya alim û şairê navdar Ehmedê Xanî, şexsiyeta wî û berhemên wî û got:
"Emê di Pêşangeha Geştiyarî ya Navneteweyî de Ehmedê Xanî û berhemên wî bidin nasîn. Lewra ew hêjahî û qîmetekî Agiriyê ye. Herwiha emê Keştiya Nûh û Çiyayê Agirî bi geştiyarên xwemalî û biyanî bidin naskirin."
Işin bangî hemû hevwelatî û xelkê Kurd kir ku beşdariyê li pêşangehê bikin ku dê li Stenbolê vebe.