15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan: "(Têkoşîna bi FETOyê ra) Me çi got? Me got 'Emê bikevin şikeftê wan, ewê birevin emê bidin ser wan'. Em didin ser wan? Ew direvin? Ew bi ku de direvin bila birevin, niha bila bibin welatiyên wan derên ku reviyanê. Ew êdî wek welatiyê vî miletê hanê wê neyên binavkirin."
"(Gulenê serokê FETOyê) Heke qasî zere mîsqalê te da mêranî hebe bizvire welatê xwe. Were, neçe xwe nespêre Amerîkayê. Were vê derê wê çaxê, li vê derê bê darizandin. Nikare bê. Çima? Mêraniya tirsonekan revîn e, revîn. Tirsonek nikarin deriyê serfiraziyê vekin, egît wî deriyî vedikin."
"Li qisûrê mêze nekin, em dihêlin Mûsilê bidin DEAŞa rêxistina terorê û ne jî rêxistinên terorê yên din."
"(Herekata Mertalê Feratê) Em ketin Cerablusê, paşê jî ketin Raiyê. Nika pêda diçin, hetanî ku? Em ber bi Dabiqê diçin û em li wê derê 5 hezar kîlometreqere ciyî ji terorê paqij bikin û wek herêma ewledar îlan bikin. Çavê me li erdê tu kesî nîne, lê belê li welatê me 3 milyon penaber hene. Ji bo ku ji wan ra cî amade bikin vegerin welatê xwe, di ewlehiyê da li wê derê bijîn, gavên me ji bo vê ne."
"Ew kesên dixwazin rê li ber operasyona ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê da destpêkirin bigirin û kesên dibêjin li pişt derbeya 15 tîrmehê tunebûn yan ji dinyayê haya wan tuneye û yan jî ew bi xwe di nav vî karî da ne. Bi heman awayî ew kesên ji eskerên tirk ên li Başîqayê ne aciz dibin û dixwazin welatê me li dervayî operasyona Mûsilê bihêlin, xwe diqelêşin ku bibêjin eleqeya vê bi 15 tîrmehê ra tuneye, tinazê xwe bi eqlê miletê dikin. Em ê bi vê nexapin."
"Tevî hêzên koalîsyonê îro wezîrê min ê karên derva wê li Lozanê pêşniyaz bikin. Em tevî hêzên koalîsyonê ji bo têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê û rêxistinên terorê yên din amade ne. Bira kes der barê Başîqayê da xeber nede. Wê ew li wir be. Lewra Başîqa ji bo êrîşên terorê yên li dijî Tirkiyeyê sîgorte ye."
"(Daxuyaniya CHPê ya ku dibêje 'Em li aliyê rihê Yênîkapiyê nînin') Li alî bî ew ê çi be li alî nebî wê çi be? Hebûn û tunebûna te nayê tu meneyekê. 5 milyonê li wê derê çi dibêje ji bo me ew girîng e. Di heman demê da ewqas kesî jî çi kir? 10 milyonî di televizyonê da temaşa kir. Ya girîng ji bo me ev e."