Nihat Kavşut
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 14 Tebax 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Îro welatê me ji her hêlê va li dinyayê xwediyê pergala bankeyan ya herî saxlem e."
Serok Erdogan di "Sempozyuma Ji Avabûnê Heta Îro AK Partiyê" da axivî ku bi destê Weqfa Lêkolînên Civak, Aborî û Siyasetê (SETA) hat çêkirin.
Erdogan diyar kir îro welatê me ji her hêlê va li dinyayê xwediyê pergala bankeyan ya herî saxlem e.
Serokomar Erdogan destnîşan kir heger navê Tirkiyeyê nebêjin û daneyên me yên aboriyê nas û xerîb yan jî dost û neyar nîşanî kê bidin wê ferq bikin ku rewşeke balkêş heye.
Serokomar Erdogan diyar kir maliyeta pêvajoya em dijîn ji me ra heye û got lê bêguman ji bona kesên operasyonê dikin ra jî maliyetek heye û wiha dewam kir: "Van nikaribûn li qadê ya xwe bi me bidin kirin û lewma wekî dîplomasî, wekî hêza eskerî, wekî bêîstiqrariya sosyal û siyasî, dixwazin aboriyê jî wekî çekekê biemilînin."
Erdogan destnîşan kir li tevahiya dinyayê em di rêza 17an da ne û li gor parîteya kirînê jî em xwediyê aboriya 13emîn in û wiha got: "Ji ber vê jî aciz dibin û neyartiyê dikin. Ev yeka dûrî aqilan e."
Serokomar Erdogan diyar kir em ê hilberîna xwe zêdetir bikin, em ê îxracata xwe zêdetir bikin û got tu maneya wê yekê tuneye ku mirov mifteyê li devê depoyan bide û wiha dewam kir: "Em ê ji berhemên ku em ji derva bi dowîzê dikirin, ên baştir çêbikin û bifiroşin derva. Em ê berhemên elektronîk ên Amerîkayê boykot bikin."
Erdogan diyar kir em ê hê bêtir kesên dixwazin li welatê me kar û veberhênanê bikin teşwîq bikin û wiha axivî: "Nêrîna (em berê xwe bidin dowîzê em ê xilas bibin), nexêr. Tu yê wê çaxê têk biçî. Tu Tirk î, tu yê bi lireyê Tirk li ser rêya xwe bimeşî. Heger em bi fikra hela çi dibe veberhênanê bidin sekinandin û bi gotina 'îhtiyat'ê ticaretê sist bikin, em ê wê çaxê teslimî dijmin bibin."
Serokomar Erdogan diyar kir em ê di 26ê tebaxê da cardin ji Milazgirê derkevin rê, ji bîr nekin. Dê vejîneke nû çêbe înşallah û wiha peyivî: "Heger em bigihêjin hedefên xwe yên 2023yan wê dahata me ya serê her welatiyekî ji du qatî zêdetir be û wê her welatiyê me du qat dewlemend bibe."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe wiha got: "Ez dibînim, hin kes bi taybetî jî ji bo ku ciwanên me tehrîk bikin, pesnê dervayî welat didin. Ji vê yekê bawer bin, kê hewl, xîret û keda ku li dervayî welat dide, li vê derê nîşan bide dê li welatê me bigihêje asteke jiyanê ya pir çêtir."
Erdogan destnîşan kir hewcedariya me bi mankurtan tuneye û wiha axivî: "Heger mirovên wisa hene ku dixwazin li dervayî welat di nav hejariyê da bijîn, ev yek terciha wan e. Lêbelê heger ev kes di vê astê da nesekinin, dest pê bikin û welatê xwe reş bikin, em ji wan ra dibêjin 'mankurt'. Hewcedariya me bi mankurtan tune."