Nihat Kavşut
20 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: "Herî dereng di nav 2 mehan da em ê bernameyeke ji bona 3 salan eşkere bikin. Em ê bibêjin 'Ji bona 3 salan nexşerêya me ev e.' Em ê bi berfirehî bi civakê ra parve bikin."
Selçuk li Ankara Palasê bi nûnerên Enqereyê yên medyayê û nûçegihanên perwerdeyê ra hat bal hev.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk diyar kir di heyama nû da wê xwendekar û weliyên me neheyirin û wiha got: "Di encama lîstikê da wê tu rêgez neguherin. Em ê di navbera lîstikê da nebêjin rêgez 'bi destê me' hatine guherandin."
Ziya Selçuk destnîşan kir herî dereng di nav 2 mehan da em ê bernameyeke ji bona 3 salan eşkere bikin û wiha got: "Em ê bibêjin 'Ji bona 3 salan nexşerêya me ev e.' Em ê bi berfirehî bi civakê ra parve bikin."
Selçuk diyar kir mesele ew e li Tirkiyeyê di mijara zexta ezmûnê da rewşa derketiye holê bê belavkirin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk bo ezmûna derbasbûna lîseyan wiha got: "Em ê sala were ji bo beşên xwendekar jê aciz dibin tevdîran hildin. Wê heyameke ezmûnê ya rehet derbas bibe."
Ziya Selçuk diyar kir di mijara mafê tenduristiyê da wê mamoste rehet bin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk destnîşan kir li gorî min tişta ku der barê performansa mamosteyan da tê qalkirin kêrhatî nîne û got em ê li Wezareta Perwerdeya Neteweyî tiştekî wiha nesepînin.