05 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
SÎÎRT
Ji ber ku qîmeta lîreyê Tirkiyeyê li hember dolar kêm dibe, li Sêrtê esnafekî bi navê Davut Agah ji bo ku xwedî li pereyê Tirkiyeyê derkeve kampanyayek da destpêkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku qîmeta lîreyê Tirkiyeyê zêde bibe bangî welatiyan kiribû ku bila ew dowîzên xwe hûr bikin. Welatî û esnaf jî piştgiriyê didin banga wî.
Davut Agahê ku cûkên mihebetê û êmê çûkan difroşe ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di hewldana derbeyê ya 15ê tîrmehê de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bangî gel kiriye ku ew derkevin kolanan û gel jî piştgirî daye Serokomar.
Agah diyar kir, hêzên dereke yên ku li ser welêt hesaban dikin, dixwazin li tirkiyê qeyrana aboriyê çêbibe û wiha dewam kir: "Me ji bo piştgiriyê kampanya da destpêkirin. Ji bo piştgiriya banga Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan, kesên ku 500 dolarî hûr bikin, em ê êmê çûkên muhebbetê, krakera muhebbetê û mamayê wê bê pere bidinê. Kesên ku hezar dolarî jî hûr bikin, em ê çûka muhebbetê bidine wan."
- "Divê em li welatê xwe xwedî derbikevin"
Agah, di dewreke wiha tengasiyê da hûrkirina dovîz pir giring e û wiha dewam kir:
"Heke em naxwazin bikevin tengasiyên mezintir, divê em dovîzan ji destê xwe derxin. Divê em li lîreyê xwe yên tirk û li welatê xwe xwedî derbikevin."