22 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2016
Serokwezîr Yildirim:"MHPê pirsgirêka ku dewlet û welat rûbirû maye dît û ji bo çareserkirina wê jî got ku bira gel biryara dawîn bide, ev nêrînek e ku dibê bê teqdîrkirin. Dibe ku MHP li hemberî sîstema serokatiyê be, dibe ku sîstema parlementeriyê dixwaze lê belê got ku bira biryara dawîn gel bide û eva nêrîn û helwesteke milî ye."
Serokwezîr Yildirim li ser mijara bi destê Walîtiya Enqereyê ji bo demekê qedexekirina meş, çalakî û civînan wiha got: "Tenê sedemeke vê heye ew jî ewlehiya gel e. Niha hin kesên ji CHPyê dibêjin 'AK Partî ji bo pîrozkirina 29ê Cotmehê û 10ê Sermawezê asteng bike biryareke wisa hilda' û li nava çavên gel dinihêrin, derewan dikin. Ji bo Xwedê hûn ê hezkirina me ya ji bo gel û komarê bipîvin, yan jî ev asta we heye? Komar bi gotinên vala mezin nabe. Komar bi xebat û çêkirinê û xizmeta gel mezin dibe."
"Ez ji vir candin bangî CHPyê dikim. Werin em bi hev ra herin hizûra gel. Me soz daye ku ji Lijneya Giştî ji 367an zêdetir derkeve jî em ê herin hizûra gel. Werin hûn jî tevlî vê biryarê bibin û hûn jî cî bigirin."
Serokwezîr Yildirim got, "Ji bo YEyê pêşerojeke bi vizyon bi tenê bi Tirkiyeyê mimkun e. YEya ku dixwaze di mijarên siyasî, aboriyê da di qada navneteweyî da rolê bistîne bi tenê dikare bi Tirkiyeyê va vê bike. Ji ber vê serbestiya vîzeyê jî tev di gelek mijaran da çaxa ku YE biryarê dide ev bi tenê ji bo Tirkiyeyê nînin, ji bo pêşeroja wan bi xwe ye."
"Tirkiye qasî 50 salî ye ji bo endamtiya YEyê xebatên xwe didomîne. Ya ku ji destê me hatiye hê zêdetir jî kiriye. Ji niha pê va biryar ya YEyê ye. Dixwaze bila îradaye ku Tirkiye ji bo tevlî yekîtiyê bibe bi kar bîne û dixwaze jî dikare îradeke din tercîh bike. Biryar ya wan e. Alternatîfên Tirkiyeyê her tim hene. Bila Ewropa ji bîr neke naza zêde evîndar aciz dike."
"Me rêveberiya şaredariyên ku piştgirî didan rêxistina terorê guhert û ji niha pê va jî li hemû şaredariyên ku heman piştgiriyê bidin emê di guhertinê da qet teredût nekin. Bi vî awayî me rê li ber pereyên ku ji şaredariyan ji rêxistina terorê ra diçûn girt. Eşîrên li herêmê di mijara qedandina terorê da zêde bi biryar in û dengê xwe bilind dikin û derketin meydanê."
"Nûnerên muxalefetê derketine û der heqê mijarên nav malê yên AK Partiyê da xeberdidin û gotina dibêjin, nirxandinan dikin. Hûn dev ji AK Partiyê berdin li partiya xwe binihêrin. AK Partî xwe di îstişareyên xwe da wê rexneyan û xwerexneyan bike. Hûn çi dikin, li aliyê kê disekinin, hûn qala vê bikin. Ew kesên ku bi FETOyê ra ketin milê hev û parêzeriya wê dikin, berdevkiya FETOyê dikin û qala mexdûriyetê dikin nikarin ji me ra tiştekî bibêjin û heqekî wan ê wisa jî tuneye û ji wan zêde ye."
Serokwezîr Yildirim got, "Me her tim got ku em li aliyê yekîtiya erdên Iraq û Sûriyeyê ne. Em dixwazin ku êdî li erdên me xûn û hêsrên çavan bi dawî be û xûna birayan nekeve
"Meseleya Iraqê ji bo me meseleke xerîb nîne. Iraq meseleya birayên me ye. Pêşeroja cîranên me yên Iraq û Sûriyeyê, pêşeroja Rojhilata navîn pêşeroja şirîk a vê erdnigariyê ye. Li erdnîgariya me ya şirîk em nikarin li hemberî tu zilm, neheqî û dagirkirinê bê deng bimînin. Îro 3 milyon xwîşk û birayên me yên ji Sûriyeyê mêvanê me ne. Ev rewş îspat û nîşaneya rastiya gotin û jidiliya me ye. Em naxwazin ku li Iraqê Kerbelayên nû biqewimin. Em hemû evîndarên Ehlê Beytê ne û êş û kesera ji ber Kerbelayê hê jî di nav dilê me da ye û em hîs dikin."
Serokwezîr Yildirim got, "Me budçeya xwe ya sala 2017an pêşniyazî Meclisê kir. Wek demên din di navenda budçeya me da dîsa meriv û veberhênan heye. Em ê di heyama pêşiya xwe da disiplîna darayiyê bi biryardarî bidomînin. Di sala 2017an da kêmasiya budçeyê ewê li gor dahata milî ji sedî 1,9 be. Di budçeya 2017an da me dîsa para herî mezin da perwerdeyê. Ji sedî 22yê budçeyê yanî 122 milyar lire ji bo perwerdeyê hat veqetandin. Bînin bîra xwe ev di sala 2002yan da 11 milyar bû. Li gor sala par em pereyê veberhênanê ji sedî 30 zêde dikin. Em ê milyarek û 100 milyon lireyî piştgiriyê bidin KOBÎyên xwe."