İbrahim Atmaca
01 Mijdar 2018•Rojanekirin: 03 Mijdar 2018
ANKARA
Di nav heyberên ku mirovan çêkirine da herî zêde Parkera Peyka Kewşê ya Tavê ya Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) nêzî tavê bû.
Li gor daxuyaniya NASAyê, peykera ku di 12ê tebaxê da firandin fezayê piştî 78 rojan 42,7 milyon kîlomêtre nêzî Tavê bû. Beriya vê peykê Helîos 2ya wesaîta fezayê ya çêkirina Almanya-Amerîkayê di sala 1976an da 42,8 milyon kîlomêtre nêzî Tavê bûbû.
Peyk bi roketên Delta 4ê va ku fîrmaya Boeingê çêkirin, ji Baregeha Fezayê ya Cape Canaveralê ya li eyaleta Floridayê hat firandin. Peyk wê 7 salan kewşê bike û li gor planê wê heta 6,16 milyon kîlomêtreyî nêzî Tavê bibe.
Peyk wê di rêgeha Tavê da rastî hezar û 370 pile germê were. Mertalê germê yê ku ji karbon kompozîtê hatiye çêkirin, 12 santêm qalind e û radyoaktîfên Tavê pê nikare, wê peykê ji germê biparêze û germa wê daxîne 30 pileyî.