15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 17 Hezîran 2017
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê îdianameya der barê 45 kesan da ya ku di çarçoveya lêpirsîna Holdînga Koza Îpekê ya ku xwediyê wê Hamdî Akin Îpek û malbata wî bû temam kir û şand mehkemeyê.
Di îdianameya Holdînga Koza Îpekê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat amadekirin de ji bo Hamdî Akin Îpek 77 sal, ji bo birayê wî Cafer Tekîn Îpek jî 90 sal cezayê hepsê hat xwestin. Di îdianameyê da ji bo malê wan yê ku bihayê wê 1,5 milyar e hat xwestin ku dest bidin ser.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di îdianameyê de 45 kes bi endamtiya FETOyê hatin sûcdarkirin û bi hinceta 'endamtiya rêxistina terorê', 'mixalefetkirina qanûnan baceyê' û 'bikaranîna çekên birûxset' ji bo wan cezayê hepsê hat xwestin.
Gumanberên ku di îdianameyê de navê wan hene ev in:
"Hamdî Akin Îpek, Cafer Tekiîn Îpek, Melek Îpek, Pelîn Zengîner, Osman Zengîner, Nevîn Îpek, Ebru Îpek, Harun Ekîncî, Şaban Yoruklu, Alî Serdar Hasircioglu, Hasan Burak Sertcan, Ayhan Yurttaş, Îsmet Sîvriîoglu, Ozlem Ozdemîr, Fîkret Şayan, Huseyi̇n Erdem, Selîm Elmasoglu, Mahîr Şermet, Orhan Selçuk Hasircioglu, Osman Aykaç, Serkan Karabulut, Hasan Bozkurt, Hasan Onal, Metîn Arslan, Alî Kiliçarslan, Beytullah Ablak, Nacî Bolat, Umut Gumuşkaya, Davut Karaman, Erkan Dursun, Hasan Varan, Husamettîn Altıntaş, Îsmet Hayrettîn Toğay, Mevlut Korkmaz, Oytun Unal, Sînan Ozden, Şevket Murat Aras, Umît Ari, Zekî Baran Yenîgul, Zekî Emre Ozkîşî, Selçuk Karataş, Ahmet Haşîm Kaya, Beyazit Bacak, Onder Delîgoz û Şaban Aksoyek."