Türkan Tosun
14 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
BÎTLIS
Ayetullah Aslanhanê li Bidlîsê di înşeaten de dixebitî çav da birayê xwe Cîhan Aslanhanê werzişvanê neteweyî ye û dest bi atletîzmê kir.
Aslanhan di Şampiyoniya Pîstê ya Balkanan de madalyaya zêr qezenc kir û niha dixwaze di olîmpiyatên sala 2020an de li Tokyoyê li ser navê Tirkiyeyê beşdarî pêşbirkan bibe.
Ayetullah Aslanhanê 17 salî di sinifa 12emîn de dixwîne heta 3 sal berê jî havînan di înşaetan de dixebitî. Lê di sala 2015an de çav da birayê xwe Cîhan Aslanhanê ku di qada atletîzmê de werzişvanê neteweyî ye û dest bi atletîzmê kir. Aslanhan di Şampiyoniya Pîstê ya Balkanan de madalyaya zêr qezenc kir.
Werzişvanê ciwan ji bo ku here olîmpiyatên li Tokyoyê niha bi serokatiya rahêner Fahrî Tunçtan li quntarên çiya û Stadyuma 8ê Tebaxê amadehiyan dike ku beşdarî Şampiyoniya Krosê ya Ewropayê bibe û li wir Bidlîsê û Tirkiyeyê temsîl bike.
Aslanhan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand birayê wî niha di zanîngehê de dixwîne û ew jî bi rahêner Tunçtan re xebitiye.
Aslanhan got wî di sala 2015an de dest bi atletîzmê kiriye û wiha axivî: "Di 9ê Hezîranê de li Stenbolê ez di kategoriya stêrkan a Şampiyoniya Pîstê ya Balkanan de bûm yekemîn. Di 21-22yê Hezîranê de di kategoriya ciwanan a Şampiyoniya Pîstê ya Balkanan de jî ez bûm duyemîn. Min rojê du caran bi antremanê va amadehî dikir. Hêviya min ew e ku ez di şampiyoniya Ewropa û dinyayê de jî serkeftî bibim. Ez niha ji bo Şampiyoniya Krosê ya Ewropayê amadehiyan dikim. Armanca min ew e ez bi ser bikevim û madalyayê bigrim. Ez ji bo Olîmpiyatên 2020an jî namzed im. Ji ber vê ez pir dixebitim."
- Rahêner Tunçtan "Xelatên baş digre"
Rahêner Fahrî Tunçtan jî pesnê Ayetullah da û got ew werzîşvanekî serkeftî ye û wiha axivî: "Werzişvanê me li ser navê bajar û welatê me bû yekemîn û duyemîn. Niha ji bo olîmpiyatan û şampiyoniyên Ewropayê dixebite. Ji ber vê her tim em antremanan dikin û dixebitin. Ya ku dikeve li ser milê me ew e ji bo ku werzişvanên me bi ser bikevin, di olîmpiyatan û di şampiyoniyên Ewropayê de madalyayan bînin bajar û welatê me em wan bidin xebatê."
Tunçtan got ew bi Cihan Aslanhanê birayê Ayetullah ra jî xebitiye û wiha dewam kir: "Werzişvanê me çav da birayê xwe û dest bi atletîzmê kir. Birayê wî jî wek kekê xwe serkeftî derket. Xelatên baş digre. Wî birayê xwe jî û me jî mehçûb nekir."