02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 03 Mijdar 2016
BITLÎS
Li Bidlîsê do êvarê berfê dest bi barînê kir û xêliyeke sipî avête ser bajêr.
Bi destpêkirina sermayê va bi şev berfê dest bi barînê kir û demekê şûnda motanî xêliyeke sipî ser hemû aliyên bajêr girt.
Berf pêşiyê li ciyên bilind barî û demekê şûnda li navenda bajêr jî dest pê kir.
Welatî û ajokarên ku bê tevdîr derketibûn rê tengasî kişandin.