Haydar Şahin
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 27 Hezîran 2018
BATMAN
Wezareta Spor û Ciwaniyê û Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) li Batmanê li gor standardên UEFA û FÎFAyê stada 15 hezar kesî hildide ava kirin.
Ji bo tesîsa sporê 80 milyon lire pere hat xerckirin. Ew ê di serdema teze da stadê ji bo Batman Petrolsporê û kulubên amator were vekirin.
Li stadê roniyên modern, kafeterya, qadên rûniştinê, bufe, serşok, daşîr û otopark hene.
- "Ev ji bo ciwanên me hatin çêkirin"
Ahmet Denîzê Waliyê Batmanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û u diyar kir ku stadê rewşa bajêr guherand.
Walî Denîz bal kişand ku stad avahiya herî modern a bajêr e, ew ê wekî mizginiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan qada stada berê ya li ser 26 donim erdî hatib çêkirin jî têxin "baxçeyê gel."
Denîz got ku di mijarên binesazî, sersazî, perwerde, sporê da li Batmanê guherîneke mezin heye û wiha pê da çû: "Ya rastî di van salên dawîn da li Batmanê guherîneke mezin heye. Stada ku 15 hezar kesî hildide, hewza olîmpîk û pîsta atletîzmê hatin çêkirin. Tevahiya wan 80 milyon lire girtin. Ev ji bo ciwanên me hatin çêkirin. Daxwaza me ew e ku ciwanên me sporê bikin û bibin werzişvan."
Denîz got dixwazin ku hemû xizmetan ji ciwanan ra amade bikin, li Batmanê spor were kirin, çand zêde be.
Denîz diyar kir ku derê wan bi tenê xizmet e, pereyê gel ji bo gel xerc dikin û xizmetên baş dikin.