İbrahim Atmaca
09 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2018
BATMAN
Li Heskîfa navçeya Batmanê tewle hilşiya û 22 pez di bin da mirar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, li gundê Yakayê tewleya Sadik Gok piştî baranê tep bû.
Di bin enkaza tewleyê da 22 pez mirar bûn.
Gok daxuyanî da rojanamegeran û got ku wî debara xwe bi wan heywanan dikir û ew jî mirar bûn û wiha dewam kir, "Nêzî 20 hezar lireyî zirara min çêbû. Ez ji rayedaran dixwazim ku di vê mijarê da alîkariya min bikin."