Abdullah Tel
24 Gulan 2018•Rojanekirin: 25 Gulan 2018
BEXDA
Hat ragihandin ku di êrîşa xwekujiyê ya li Bexdaya pêk hat da 8 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan di parkekê li herêma eş-Şûleyê ya li bakurê Bexdayê da êrîşa xwekujiyê qewimî. Di êrîşê da 8 kesan can da û 11 kes jî birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê der barê bûyerê da lêkolîn dan destpêkirin.