24 Sibat 2018•Rojanekirin: 25 Sibat 2018
BITLÎS
Li Mutkiya navçeya Bidlîsê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 450 kîlo amonyum nîtrat, hin xurek û amûrên jiyanê hatin girtin, hat ragihandin li gor rê û rêzikan hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li tanga Girê Kanuşuranê ya li Kavakbaşiya gundê Mutkiyê ji bo berterefkirina terorîstan, îmhekirina sitargeh û kozikên wan bi destê ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr operasyon hat kirin.

450 kîlo amonyum nîtrat, hin xurek û amûrên jiyanê yên ku di operasyonê da hatin girtin jî hatin îmhekirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiya gelê herêmê li tevahiyê bajêr têkoşîna dijî terorê ew ê bi biryardarî dewam bike.