Ekip
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag der barê hişyariya ku ji bo rewşa Riza Sarraf dan Emrîkayê de got: "Ji DYAyê niha bersiveke devkî hat, agahiya der barê tenduristiya Riza Sarraf de gihîşt Wezareta Karên Derva."
Bozdag beşdarî Kongreya Navneteweyî ya Perwerdeya Bala ya Dîn bû û li ser rojevê daxuyaniyên girîng dan.
Alîkarê Serokwezîr Bozdag, peymana navbera DEAŞ û PYD/YPGê wiha nirxandi:
"Di rastiyê da bi DEAŞê ra têkoşîneke semîmî nayê dayîn, rêxistineke terorî ji bo ku rêxistineke terorî ya din biparêze û nehêle têk biçe, pê ra tevkariyê dike. Ev tevkarî jî bi çavdêrî û kontrola Emrîkayê tê kirin. Ev nayê qebûlkirin. Xetayeke wehîm e. Yên ku dibêjin me li ber çavê dinyayê ji bo tunekirina wan sond xwariye, dema ku firsend dikeve destê wan van terorîstan tune nakin û ew parastine. Ev xetayeke gelek mezin e, şaşiyeke mezin e. Em li bendê ne ku dinya vê xeta û şaşiya wehîm bibîne û vê helwesta durû binirxîne."
Ji bona hevkariya di navbera PYD û DEAŞê da Bozdag wiha got: "DEAŞa rêxistina terorî ya li wir helbet bi destûra Emrîkayê bi rêxistineke din ya terorî ra li hev kir û ji wir vekişiya û çû. Li vir têkoşîneke jidil ya dijî terorê tuneye. Heger ji dil bûna dijî DEAŞa rêxistina terorî wê bi rêxistineke din ya terorê ra li hev nekirana. Wê bi dewleteke mezin ya wekî Tirkiyeyê ra hevkariyê bikirana û dijî terorê şer bikirana. Li tu dereke dinyayê bi rêxistinên terorî ra li dijî terorê têkoşîn nayê dayîn. Mixabin em bi hev ra dibin şahidê bûyereke wiha tewşomewşo."
Li ser zîrweya sêalî ya bi beşdarbûna Tirkiye, Îran û Rûsyayê wê li Soçiyê bê kirin jî wiha agahî da:
"Nûçeya îro li ser çapemeniyê hat belavkirin rast e. Birêz Serokomarê me wê di demeke nêz de dîsa li Rûsyayê be. Serokê Dewletê Birêz Pûtîn û Îran wê digel Tirkiyeyê li ser Astana û pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê rawestin, nirxandinên girîng bikin."