Muhammet Kurşun
13 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
ADANA
Li bajarê Edeneya rojavayê Tirkiyê di çarçoveya operasyonên li dijî terorê de 26 gumanbarên PKK/KCKê hatin derdestkirin
Li gor agahiyan ekîbên Mudiriya Şaxa Mucadeleya li Dijî Terorê ser bi Ewlehiya Edeneyê serê sibehê, di çarçoveya operasyona li dijî PKK/KCKê girtin ser ji 30 zêdetir navnîşanan.
Polêsên herekata taybet jî piştgirî dan operasyonê û deriyên hin navnîşanan bi zorê hatin şikandin. Di encamê operasyonê de 26 gumanbarên ku di avahiya rêxistina terorî ya zanîngehê, bajêr, navçe û komîsyonên mehelleyan de çalakî lidar xistine û li ser navê rêxistinê çalakiyên korsan birêve birine hatin binçavkirin.
Di navnîşanan de hin dokûman hatin girtin û gumanbar sewqî edliyeyê hatin kirin.