23 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
VAN
Qaymeqam û Cîgirşaredarê Erdîşa navçeya Wanê Mehmet Şîrîn Yaşar teseliya projeya Kolana Vanyolu û ya Rêya Qeraxê Erdîşê kir.
Yaşar, projeya Kolana Vanyolu û ya Rêya Qeraxê Erdîşê ku wekî projeya şemala bajêr pênase dike, di cih da lêkolîn kir û der heqê xebatan da ji ekîban agahî wergirt.
Yaşar talîmat da ku di verastkirina darên ser rêya qeraxê golê da ligel wesayîtên avdanê yên Şaredariya Bajarê Mezin, TOMAyên Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê jî bên emilandin
Hat ragihandin ku ji bo kutabûna projeyan, ekîb bi roj û şev dixebitin û herwiha heta niha xebatên binesaziya Kolana Vanyoluyê qediyan û ji bo asfaltkirinê amade ye. Dîsa li Rêya Qeraxê jî merheleya çêkirina rêmeş û rêya duçerxê dest pê kir.