Nihat Kavşut
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
ANKARA
Serokwezîr û Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim li navenda giştî ya AK Partiyê di bernameya "Derbeya 28ê Sibatê: Midaxeleya Balansê ya Dijî Mafên Mirovan" ya bi destê Serokatiya Mafên Mirovan hat lidarxistin da axivî.
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Derbeyên ku digotin wê hezar salan bidome, me bi piştgiriya milletê avêt sergoya dîrokê. Kadroyên ku astengî ji wan ra hatin derxistin ku siyasetê nekin, niha li îqtidarê ne û ji derbekaran hesab dipirsin."
Yildirim ji bona doza 28ê Sibatê wiha got: "Em di doza 28ê Sibatê da hatin dawiyê. Ne bi întiqamê, bi edalet û hiqûqê va ewê cezayê ku heq dikin bixwin. Bira tu kes ji vê nekeve şikê."
Serokwezîr Yildirim diyar kir wê hiqûq û namûsa xwe bi kesî nedin pelçiqandin û wiha axivî: "Em ê hiqûq û namûsa xwe bi kesên ku armancên wan yên emperyalîst hene û bêbextên bi destê wan hatine kirêkirin nedin pelçiqandin."
Yildirim di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Derbekaran paşeroja vî welatî dizîn. Serkeftî an jî serneketî, her cure hewla derbeyê ji bo vî welatî îxanet e. Me îro birînên 28ê Sibatê pêçan, lê me êş û kula wê ji bîr nekir. Em ê 28ê Sibatê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin."