27 Mijdar 2018•Rojanekirin: 27 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona li dijî Partiya Komunîst Maoîst (MKP) ya rêxistina terorê da 6 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ji bo derdestkirina 11 kesên ku tê îdiakirin li ser navê rêxistina MKPê çalakiyên bêdestûr kirine, daxuyaniyên çapemeniyê belav kirine û beşdarî cinazeyên terorîstan bûne xebat dan destpêkirin.
Polêsan di vê çarçoveyê da, di 23yê cotmehê da operasyon lidarxist û 11 kes binçav kirin.
Şikbar piştî kar û barên wan yên li emniyetê qediyan sewqî edliyeyê hatin kirin. Mehkmeyê der barê 6 kesan da biryara girtinê da û 5ê wan jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.