19 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2016
TRABZON
Li çar aliyê welêt ji ber hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) 118 general û amîral hatin binçavkirin.
Hewla derbeyê ya eskerên mensûbên FETOyê ku xwestin di 15 tîrmehê da li dar bixin, hat astengkirin, piştî hewla derbeyê jî lêpirsînê dest pê kir û li çar aliyê Tirkiyeyê general jî di nav da gelek esker hatin qefaltin.
Jêpirsîna hin hewlkarên derbeyê dewam dike û ji wan hin kes jî sewqî edliyeyê hatin kirin.
Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Akin Ozturk, Serokê Daîreya Karên Personelên Sererkaniyê Tuxgeneral Ugur Şahîn, Fermandarê Herêma Cendermeyan Konyayê Tuxgeneral Tîmurcan Ermîş, Serokê Daîreya Îkmala Hêzên Behrê Tuxamiral Hasan Kûlaç, Serokê Plan Prensîbên Fermandariya Hêzên Behrê Tuxamiral Oguz Karaman, Fermandarê Dibistanên Cendermeyan Tuxgeneral Sadik Koroglu, Serokê Îstixbarata Fermandariya Hêzên Behrê Tuxamiral Murat Şîrzaî, Serokê Perwerdehiya Tevgerê ya Fermandariya Hêzên Behrê Tuxamiral Îhsan Bakar, Serokê Îstixbarata Sererkaniyê Korgeneral Mustafa Ozsoy, Serokê Veguheriya Stratejîk a Sererkaniyê Tumgeneral Mehmet Dîşlî, Fermandarê Hêzên Peravê Tumamiral Hakan Ustem, Serokê Rêveberiya Plan Personêlê ya Sererkaniyê Tuxgeneral Mehmet Partîgoç, Serokê Îstixbarata Hêzên Hewayî Tuxgeneral Aydemîr Taşçi, Serokê Pergalên Fermandariya Hêzên Hewayî Tuxgeneral Recep Sabrî Ozatak, Serokê Parastina Moşeka Hewa û Kontrol Komutaya Sererkaniyê Tuxgeneral Mehmet Arîf Pazarlioglu, Alîkarê Serokê Plana Tevgerê ya Sererkaniyê Tuxgeneral Alpaslan Çetîn, Serokê Daîreya Plan û Personelên Fermandariya Hêzên Bejayî Tuxgeneral Ahmet Bîcan Kirker, Serokê Personelên Fermandariya Hêzên Hewayî Tumgeneral Cevat Yazgili, Serokê Teşkîlata Pêşvebirina Fermandariya Hêzên Bejayî Tuxgeneral Erhan Caha, Serokê Kontrola Komutaya Parastina Hewayî ya Fermandariya Hêzên Hewayî Tuxgeneral Kemal Mutlum, Serokê Daîreya Perwerdehiya Fermandariya Hêzên Bejayî Tuxgeneral Ali Riza Çaglar, Dekanê Dibistana Herba Bejayî Tuxgeneral Kerîm Acar, Serokê Nirxandin û Kontrolkirinê yê Fermandariya Hêzên Behrê Tumamiral Alî Murat Dede, Serokê Tevgera Carî ya Fermandariya Hêzên Bejayî Tuxgeneral Adem Boduroglu, Serokê MEBSyê Fermandariya Hêzên Behrê Tuxamiral Muhîttîn Elgîn û Mişawirê Edlî yê Sererkaniyê Tuxgeneral Hayrettîn Kaldirimci ji ber sûcên binpêkirina makezagonê hewla kuştina serokomar, li hemberî hikûmetê sûckirin, avakirina rêxistina çekdarî û mirov kuştinê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriya cezaya silhê ya nobedar kirin û piştî jêpirsînê jî hatin girtin.
Fermandarê Artêşa 2yemîn Orgeneral Adem Hudutî, Serokê Serkana Artêşa 2yemîn û Fermandarê Garnîzonê Tumgeneral Avnî Angun, Fermandarê Baregeha Serekeya Jetan a 7emîn Tuxgeneral Emîn Ayik Serokêyar Kurmaya Îdarî ya Artêşa 2yemîn Tuxgeneral Mustafa Serdar Sevgîlî, Fermandarê Lîwaya Komandoya Cendermeyan a Çakirsogutê Tuxgeneral Alî Osman Gurcan, Fermandarê Lîwaya Pîyadeyên Motorî ya 51emîn Tuxgeneral Abdulkerîm Unlu, Fermandarê Perwerdehiya Navendî û Dibistana Komandoya Çiya ya Egîrdirê Tumgeneral Metîn Akkaya, Fermandarê Garnîzona Ispartayê Tuxgeneral Mustafa Kurutmaz, Fermandarê Cendermeyan a Herêma Kastamonuyê Tuxgeneral Faruk Bal, Fermandarê Lîwaya Komandoya 3emîn a Sêrtê Ahmet Şîmşek, Fermandarê Lîwaya Komandoya 11mîn û Garnîzona Denîzliyê Tuxgeneral Kamîl Ozhan Ozbakir, Fermandarê Lîwaya Perwerdehiya Piyadeya 15mîn a Amasyayê Tuxgeneral Mustafa Yilmaz, Fermandarê Garnîzona Samsunê Tuxgeneral Mehmet Şukru Eken, Fermandarê Baregeha Sereke ya Jetan a 4emîn a Akinciyê Tuxgeneral Hakan Evrîm, Fermandarê Seha Behra Bakur a Stenbolê Koramiral Omer Faruk Harmancik ji ber hewla derbeya FETOya rêxistina terorê, avakirina rêxistina çekdarî, qesta kuştina merivan, hewla rakirina pergala makezogonê û hin sûcên din va ji hêla dadgehên ku lê dihatin darizandin va hatin girtin.Hêzên ewlehiyê ji bo qefaltina kesên der barê wan de biryara binçavkirin û girtinê heye dixebitin.