Önder Beyter
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê li dijî rêxistina terorê DEAŞê operasyonek hat lidarxistin.
Li gorî agahiyê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê li çend navçeyan operasyon birin ser navnîşanên ku pêş da hatibûn destnîşankirin. Di operasyona ku polêsên tevgera taybet jî beşdar bû da hin berşik hatin binçavkirin.
Berşikên binçavkirî, piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekiyê, birin Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ya li ser Kolana Vatanê.