Nihat Kavşut
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
DIYARBAKIR
Ji serokwezîrên berê Necmettîn Erbakan di salvegera 7emîn ya wefata xwe da li Diyarbekirê hat bibîranîn.
Bernameya bîranînê ji hêla Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Ciwanan ya Anadoluyê va li Mizgefta Diclekentê ya li navçeya Kayapinarê hat kirin û di bernameyê da Qur'ana Pîroz û mewlûd hat xwendin û dia kirin.
Abdurrahman Ergînê Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Ciwanan ya Anadoluyê di bernameyê da axivî û destnîşan kir Erbakan digel dafik û qedexeyan dev ji doza xwe berneda.

Ergîn destnîşan kir daxwaz û armanca Erbakan ew bû yekîtiya Îslamê çêke û wiha got: "Erbakan bû dengê ometê û vejînê. Ji bona ometa rêya xwe wenda kiriye dijî Amerîka, Yekîtiya Ewropa û Îsraîlê yekîtiya Îslamê nîşan da. Ji bona yên tên pelçiqandin bû hêvî û li hember zaliman sekinî."

Abdurrahman Ergîn diyar kir haya Erbakan ji pirsgirêk û meseleyên li herêmê hebû û digot ev bi xwişk û biratiya Îslamê çareser dibe.
Abdurrahman Sevgîliyê Serokê Avakar yê Komeleya Mamosteyên Aqilmend jî destnîşan kir her ku dem derbas dibe qîmeta Erbakan çêtir tê fehmkirin.