09 Mijdar 2018•Rojanekirin: 09 Mijdar 2018
İZMİR
Li Îzmirê 9 kes bi îdiaya ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kirine hatin binçav kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê di çarçoveya lêpirsina deşîfrekirina fealiyet û çalakiyên rêxistina terorê da tespît kirin ku hin kes li ser hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê dikin.
Serdozgeriyê li ser vê der barê şikbaran de biryara binçavkirinê da.
Tîmên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li navend û navçeyên Bergama, Seferîhîsar û Menemenê di heman dem da operasyon kir û 9 kes binçav kirin.
Di encama lêgerîna li malên şikbaran de demanceyek, tivingeke nêçîrê, gelek fîşengên wê, dokumentên rêxistinî û hin melzemeyên dijîtal hatin desteserkirin.
Şikbar piştî kontrola tendurîstiyê birin emniyetê.