Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku navê "Balafirgeha Stenbolê" dane balafirgeha nû û got, "Ji bo vî bajarê ku mirov nikare qîmeta wî bipîve, me berhemeke evçend mezin çêkir û lewma me navê wê danî Stenbol. Ser xêrê be."
29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
Ankara
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku navê "Balafirgeha Stenbolê" dane balafirgeha nû û got, "Ji bo vî bajarê ku mirov nikare qîmeta wî bipîve, me berhemeke evçend mezin çêkir û lewma me navê wê danî Stenbol. Ser xêrê be."
Erdogan di merasîma vekirina Balafirgeha Stenbolê de li balafirgehê li ser kursiyê ku bi laleyê hatiye neqişkirin, bi qasî 90 metroyî bilind û xelata mîmariyê sitendiye herwiha ku weke minyatura burca kontrola hatûçûna asîmanî hatiye dîzaynkirin, gotar pêşkêş kir.
Serok Erdogan wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ez ji Xwedê hêvî dikim ku balafirgeha Stenbolê ji bo hemû dinyayê, herêma me, welatê me bi xêr be."
Serokê Komara Tirkiyeyê Erdogan ji ber beşdabûna wan spasiya Serokê Komara Albanyayê Ilir Meta, Serokê Komara Qirgiz Sooronbay Jeenbekov, Serokê Komara Kosovayê Hashim Thacî, Serokê Komara Qibrisa Bakur a Tirkî Mustafa Akincî, Serokê Komara Makedonyayê Prof. Gjorge Ivanov, Serokê Komara Moldovayê Igor Dodon, Serokê Komara Îslamî ya Pakistanê Dr. Arif Alvî, Serokê Komara Sirbistanê Aleksandar Vucic, Serokê Komara Sudanê Feldmareşal Omar Hassan Ahmad Al Bashir, Serokê Konseya Wezîran a Bosna Hersekê Dr. Denis Zvizdic, Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov û Serokê Meclisa Azerbaycanê Oktay Asadov herwiha wezîr û serokheyetên beşdarbûyî yên welatên din kir.
Erdogan der barê balafira ku li Endonezyayê ket da got, "Rehma Xwedê li kesên ku di vê balafirê da mirin be. Bila serê hemû gelê Endonezyayê sax be."
"Stenbol marqeya herî biqîmet e"
Serokomar Erdogan anî ziman ku Stenbol ne ji bo Tirkiyeyê tenê bajarekî mezin e, belkî di heman demê da marqeya herî biqîmet a welat e û wiha pê de çû:
"Ji bo vî bajarê ku mirov nikare qîmeta wî bipîve, me berhemeke evçend mezin çêkir û lewma me navê wê danî Stenbol. Ser xêrê be. Piştî ku ev der bi temamî ji bo xizmetê vebû, Balafirgeha Ataturkê wê ji bo seferên bazirganî were girtin û wesfa xwe ya balafirgehê biparêze. Çi ji bo fuarên hewageriyê û çi jî ji bo fealiyetên din, Balafirgeha Ataturk dê bi heman navî li ser xizmeta xwe berdewam be."
Serokomar Erdogan got, "Dema ku me di 2013an da îhaleya vê derê kir, gelek aliyan meraq dikir bê ka dawiya vê projeyê wê were an na, em vê dizanin."
Erdogan behsa qebare û merheleyên Balafirgeha Stenbolê kir û wiha got, "Tê pêşbînîkirin, hemû etab heta 2028an kuta bibin. Wate, di 10 salên pêşiya me da ev balafirgeha me dê mezinbûna xwe bidomîne. Etaba ewil di salê da xwedî 90 milyon rêwî qebareyê ye. Dema hemû etab biqedin wê bibe 150 milyon, hewce bike wê bibe 200 milyon. Ji bo xizmetên balafirgeha me ya ku vejena xwe bixwe hildiberîne, dostê jîngeh û siruştê ye û projeyeke bêasteng e, 120 hezar kes wê wezîfeyê bike. Di fînansmana vê xebatê da tu garantiya Xezîneyê yan jî taahhuta tiştekî wek wê tune."
"Balafirgeha Stenbolê ji bo dinyayê xizmeteke mezin e"
Serokomar Erdogan anî ziman ku ew Balafirgeha Stenbolê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo herêmê û dinyayê jî xizmeteke mezin dibînin û wiha pê de çû: "Berdêla veberhênanê 10 milyar 247 milyon ewro. Berdêla kirêyê ku dê bidin dewletê 22 milyar 152 milyon ewro, bac ne tê da 32,4 milyar ewro. Balafirgeh bi mîmarî, avakirin, dezgeh û fînansmana xwe va bi rastî jî ji bo welatê me projeyeke serbilindiyê ye û li dinyayê jî dikare bibe mînak. Bi teşebusan va cîroya sektora hewageriya me ji 2,2 milyar dolarî hevrazî 25 milyar dolarî bûye. Ji etudê bigre heta çêkirinê, ji rêvebirinê bigre di hemû astên vê xebatê da keda kî hebe ez spasiya wan, spasiya saziyên me yên kamuyê, bankayên me, fîrmayên barkişandinê, taşeronan, endezyaran, avahîsazan ya herî girîng jî karkeran dikim."
Erdogan axafrina xwe wiha domand:
"Ji aliyê xêr û bereketa wê ya vejen û avê va wê ji sedî 40 teserufê bike û di rêvebirina wê da herî zêde teknolojî heye. Ev der bi van taybetiyên xwe va wê xîtabî dinyaya siberojê bike û wek balafirgeheke jîr fealiyetê bike. Tirkiye bibiryar e ku ji 10 aboriyên herî mezin ên dinyayê bibe jê yek. Li herêma xwe û dinyayê bibe sembola aştî, aramî, ewlehî û refahê."
"Werin em ji bo dinyayê siberojeke aram, ewledar û mureffeh ava bikin"
Serokomar Erdogan wiha jî got, "Ez bangî hemû dostên li herêma me û dinyayê dikim; werin em ji bo me hemûyan siberojeke aram, ewledar û mureffeh ava bikin. Gava Balafirgeha Stenbolê ket xizmetê divê qada asîmanî ya Ewropayê jinûva were verastkirin. Êdî ji ber ku Stenbol dê xala herî girîng a transferê, guzergehên geştên mabeynî parzemînan jî dê bi piranî biguhere. Ev berhem dê bi cih û taybetiyên xwe va dexmeyê li dîrokê bide û lewma jî di wê yekê da tesaduf tune ku ev berhem li welatê me hatiye çêkirin. Înşallah Balafirgeha Stenbolê wê mirovan bigîhîne hev, hezkirinê zêde bike, dilan geş bike, ji bo welatê me, herêma me û dinyayê bibe xizmeteke bixêr."