03 Hezîran 2016•Rojanekirin: 04 Hezîran 2016
ERZURUM
Li Erziromê kar û xebatên di mizgeftên dîrokî da dihatin kirin bi dawî bûn û ew ji bo meha remezanê hatin amadekirin.
Li mizgeftên li bajêr ên ku ji heyama Osmanî û Selçûqiyan mane amadehiyên ji bo meha remezanê dihatin kirin, qediyan. Di vê çarçoveyê de Mizgefta Mezin, Narmanli, Cennetzade, Dewrêş Axa, Şêxan, Gurcu Kapiyê hatin paqijkirin, derên hewce dikir hatin temîrkirin û hemû mizgeh niha ji bo nimêj û îbadetê hazir in.
Wekîlê Miftiyê Bajêr Celal Buyuk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku nimêja terewîha ya ewil wê roja yekşemê bê kirin û got ku Erzirom cihekî kevn e û bi mizgeftên xwe ve tê zanîn û wiha pê da çû: "Lala Paşa û Mizgefta Mezin yên sereke ne. Mizgefta Lala Paşa îsal tê restorekirin lê bi îzna Xwedê û hewlên Midûriyeta Herêmê ya Weqfan wê bigihêje meha remezanê. Hindik maye ku restorasyon biqede. Bi piştgiriya şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan ve mizgeftên me yên mezin ên din jî hatin paqijkirin."
"Îsal mîqtara fitrekê 15 lire ye"
Wezareta Karên Diyanetê ji bo îsal mîqtara fitrekê wekî 15 lire eşkere kir.