Abdullah Tel
29 Adar 2018•Rojanekirin: 31 Adar 2018
VAN
Ji Îranê hin welatiyên ku tetîla Cejna Newrozê ji bo xwe wekî fersend dîtin, hatin Tirkiyeyê. Di nava bajarên herî zêde tên serdanê da jî Wan di rêza ewil da cih digire.
Li Wanê niha Mihrîcana Danûstandinê ya Wanê (Van Shopping Fest) heye û ev yek jî bala welatiyên Îranê zêdetir dikişîne.
Ji ber hatina tûrîstên Îranî li Wanê di otêl û motêlan da cih neman lê tûrîstên ku ji xwe ra cih eyar nekiribûn dîsa jî şeveder namînin. Lewra şêniyên Wanê ji bo ku tûrîst mexdûr nebin deriyên malên xwe li wan vedikin û wan wekî mêvan dihewînin û diezimînin.
Şahîn Karakoyunê ku li Wanê dimîne jî ji wan kesên tûrîstên Îranî li mala xwe dihewîne yek e û ew di şûna malbatekê da du malbatên ji Îranê niha diezimîne.
- "Îranî mêvan in"
Karakoyun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku şêniyên Wanê mêvanperwer in û li bajêr gelek kes malbatên Îranî yên ku di otêlan da ji xwe ra cih nedîtine, li malên xwe dihewînin û wiha pê da çû: "Pismamekî min karê otêlê dike. Wextê di otêlan da cih namîne malbatên Îranî ji xwe ra li cihê mayînê digerin. Ew pismam li min geriya û got ku hûn dikarin deriyê xwe ji bo malbatek û yan jî çend malbatên Îranî vekin. Em jî gotina wan li erdê nahêlin. Bi rastî tu bendewariyeke me tuneye. Em welatiyên Îranê weke mêvanên me bin diezimînin. Tiştê bi me dikeve jî ji xwe ev e. Ev der otêl nîne û em jî nikarin wekî otêlvanan tevbigerin. Kesên tên mêvan in. Heke rojekê em jî herin Îranê û li derva bimînin bawer bikî helbet wê kesên deriyên xwe li me vekin jî hebin."
Tûrîstên Îranî yên ku li mala Karakoyun mêvan in jî ji ber tevgera xwediyê malê û şêniyên bajarê Wanê kêfxweş in û gotin ku heta niha rojên xweş derbas kirin.