21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
MARDÎN
Li Korukoya girêdayî Nîsêbîna navçeya Mêrdînê di operasyona li hember PKKya rêxistina terorî de 4 terorîst hatin kuştin.
Walîtiyê daxuyand ku di 11ê sîbatê de li taxên Buyukkardeş, Kuçukkardeş, Akarsu, Yavrukoy, Îlkadim û Kurukoy ên ku girêdayî navçeya Nîsêbînê, li taxên Sulakdere û Aytepe yên girêdayî navçeya Omerliyê, li taxên Yardere û Ahmetlî yên girêdayî navçeya Artukluyê "Operasyona Şehîd Çawişê Pispor ê Cendirme Sezer Aydemîr " li hember PKKya rêxistina terorî dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li taxa Korukoya girêdayî Nîsêbînê di operasyonê de gelek sitargeh û depo hatin dîtin, di pevçûnan de jî 4 endamên rêxistina terorî yên payebilind hatin kuştin û polêsek jî birîndar bû.
Hat gotin ku di operasyona ku 5 mehe dewam dike de gelek çek, roketavêj, muhîmat, moşeng, teqemenî, cîhazên elektronîk ên ragihandinê û dokumanên rêxistinê hatine bidestxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hin kes û qaşo rêxistinên civakî yên sivîl, medyaya civakî û hin şaxên çapemeniyê hêzên me yên ewlehiyê reş dikin û buxtanan dikin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Operasyonên li herêmê di çarçoveya rêbazên dewleta hiqûqê de tên meşandin. Ewlehiya can û malê welatiyên me tê parastin û hemû hewcedariyên wan tê dîtin."