Abdullah Tel
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ANKARA
Polêsên Tirkiyeyê yên ku di nav Hêza Wezîfeya Sûriyeyê cih digirin bi operasyona li hemberî rêxistina terorê ya cudaxwaz birin serî da gelek cebilxane û teqemenî bidestxistin.
Li gor agahiyên hatin hildan Polêsên Tirkiyeyê yên ku di nav Hêza Wezîfeya Sûriyeyê da hatine wezîfedarkirin karên baş dikin.
Polêsên Tirkiyeyê di 6ê tîrmehê da li texma Newala Derwêş a li herêma Efrîn/Recoyê terorîstek qefaltibû û li ser îfadeya wî jî bi şirîkatiya Artêşa Tirkiyeyê va hebek RPG 9, 48 bombeyên dest ên parastinê, qalibê C3ê, bermîla mazotê ya tijî C3, 672 fişekên tivinga AK-47an, guleyeke RPGê, 124 fişekên M16an, 20 guleyên sewqê yên RPGyê, 3 blokên pîl ên ji bo teqandinê, çenteyeke bi amûra texrîbê tijî kirî, gelek amûrên ji bo jiyanê hewce dike û qaşo ala û flamayên YPGyê hatin bidestxistin.
Di 23ê tîrmehê da jî wesayîta tijî teqemenî ya ku mensûbên PKK/PYDya rêxistina terorê wê li navenda Efrînê êrîş lidarbixistina li cihê kontrolê yê devera Meryamînê hat sekinandin. Di kontrolkirina wesayîtê da hat dîtin ku mekanîzmaya teqemeniyê di hundirê da hatiye çêkirin.
Rojek piştî vê jî li herêma Efrîn/Cindêrisê wesayîta tijî teqemenî ya ku biribûn qadeke vala teqiya û di kontrolkirina wê da jî hat dîtin ku bombeyeke tupê û 3 mayinên antîtankê neteqîne û ew jî ji hêla pisporan va hatin îmhakirin.
- Girtin ser fabrîqeya hişbirê
Polêsên Tirkiyeyê yên ku di nav Hêza Wezîfeya Sûriyeyê da cih digire di 17ê tîrmehê da jî wesayîteke ku ji Minbicê ber bi herêma Ezazê va diçû da sekinandin û di kontrolkirinê da 41 kîlo û 540 gram hişbir bidestxist.
Di 18ê tîrmehê da jî di operasyoneke li Efrînê hat lidarxistin da Polêsên Tirkiyeyê girt ser febrîqeyeke tê da bi armanca piştevaniya fînansê ya ji bo PKK/PYD/YPGyê hişbir tê çêkirin. Li wir jî hin makîne û bi qasî tonek madeya xam a jê hişbir tê çêkirin hatin bidestxistin.