İbrahim Atmaca
27 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
ANKARA
Di Şampiyonaya Tekvandoyê ya Cîhanê kategoriya jinên 67 kîloyî da werzişvana neteweyî Nur Tatar Askariyê di fînalê da reqîba xwe ya amerîkayî Paige McPherson 6-4 têk bir û madalyona zêr qezenc kir.
Şampiyona li Koreya Başûr bajarê Mujuyê hat lidarxistin. Nur Tatar Askariya tekvandokar di fînalê da bi Paige McPhersona amerîkayî ra hat hemberî hev.
Raunda ewil 0-0 derbas bû, di raunda duyemîn da Nur Tatarê 2-1 têk çû. Di raunda dawîn da Nur Tatarê da pêşiyê û reqîba xwe 6-4 têk bir û bû şampiyona cîhanê.
Tatarê ji bo Olîmpiyatên Tokyoyê ya 2020an ji niha va 120 pûan qezenc kir.