31 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo sala nû peyam weşand.
Erdogan peyama sala nû weşand û wiha got: "Bi tewdîrên ku me hildane ew rêxistinên terorê yên ku dewleta me û miletê me yek û yek dagir kiribûn, bela bûn û hatin pelçiqandin û ew çeteyên ku bi salan zilm li gelê me dikirin belawela bûn. Tevlî paqijkirinên di kamûyê da ji saziyên civakî yên sivîl bigir heta saziyên taybet ev yên ku wek mîkropa pençeşêrê her alî dagir kiribûn ji wan deran hatin kirin û avêtina wan berdewam dike. Ev têkoşîneke dirêj e û divê em bi baldar bin. Gelê me di mijara ji vê musîbetê xilasbûnê da îradeya ku ji bo em bi ewlehî li pêşerojê mêze bikin û hewce dikir, nîşan da."
Serokomar Erdogan di peyama xwe da wiha got: "Ne tenê welatê me, li herêma me û hemû dinyayê heyameke teze dest pê dike. Heger em bi serkeftî ji vê pêvajoyê derbas bibin, em ê ji hedefên xwe dûr nekevin û pêjerojeke baş li benda me ye. Ji ber vê jî divê em li yekîtî û biratiya xwe baş xwedî derkevin."
Erdogan diyar kir ku Tirkiye di van salên dawîn da herba îstiqlalê ya teze dide û wiha got: "Dibê meriv navekî rast li vê dewra ku em jê derbas dibin bike. Tirkiye di van salên dawîn da herba îstiqlalê ya teze dide. Yekîtiya me ya neteweyî, yekîtiya erdên me, sazî, aborî, polîtîka û dewletê me di binê êrîşeke mezin da ne. Di vê têkoşînê da rêxistinên terorê bi tenê rû û maşikên ku tên dîtin in. Ya rastî em bi hêzên di pişta van rêxistinan ra ketine têkoşînê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku em dîsa jî bi saya arîkariya gelê xwe projeya çêdikin û xebatên xwe didomînin û wiha xeberda: "Em xebat, mezinbûna dewlet û xîzmetên me dijminên me gelekî hêrs û aciz dike. Înşelleh em ê serê sala 2017an ewil serê rêxistinên terorê biperçîqînin û di aboriyê de jî serkeftinên nû bi dest xin."