Abdullah Tel
21 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim li ser daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel a der barê Tirkiyeyê da got: "Ez li vê derê bangî rayedarên Almanyayê dikim. Em bi aramî hereket bikin. Ez wisa bawer dikim ku em dikarin hemû mesele û pirsgirêkên di navbera xwe da bi axaftinê hel bikin."
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî nimêja îniyê dema derket daxuyanî da rojnamegeran.
Serokwezîr Yildirim daxuniya Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Gabriel nirxand û wiha pê da çû: "Li gor daxuyaniyên duh dibêjin der barê 68 şîrketên almanî de lêpirsin hatiye vekirin. Tiştekê wisa tune ye. Ew şîrket belkî xwediyê wan ji Almanyayê bin lê ew şîrket yên tirkan in. Hinek ji wan 50 sal e pêşêroja wan heye. Ez naxwazim li vê derê navê wan bidim lê hin şîrket hene heke welatiyên me baldar nebin fehm nakin ku şîrketeke Almanî ye, wê wek şîrketa tirkî bifikirin. Lazime ji ber xebatên van şîrketan daxuyaniyên wiha neyên dayîn. Tu lêpirsin û lêkolîn tune ye. Tirkiye welateke biewlehî ye. Almanya çend bi ewlehî be Tirkiye jî hin welatek biewlehî ye."
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku Almanya ji bo Tirkiyeyê welatekî stratejîke xeberdana xwe wiha domand: "Hikûmeta me Almanyayê wek dostekê stratejîk dibîne û ev nêrîna me dewam dike. Dem dem ji ber reqabeta siyasî ya hundir di têkiliyan de gengeşî çêdibin. Ez ji vê derê gazî dikim û dibêjim lazime bi lez û bez neyê hereket kirin. Zirardayîna têkiliyan ne kêrî Almanyayê tê, ne jî kêrî Tirkiyeyê tê."
Serokwezîr Yildirim li ser meseleya Mescida Eqsayê ya ku bi destê Îsraîlê ji îbadetê ra hat girtin jî nirxand û got: "Heke hûn rabin û yek yek li ser û gohên cimaeta tê mizgeftê bigerin li wê derê kirina îbadetê zor dibe. Ji ber vê dibê tevdîrên cuda bên girtin. Di vê mijarê da hesasiyeta alema Îslamê zehf zêde ye. Pêşniyaza me ji Îsraîlê ew e ku ev pêkanîn şaş e, ji ber tehdîda terorê hildana tevdîrên radikal, ji mislimanan ra girtina Mescîda Eqsayê an jî rêbirîn tevkariyê nade çareseriyê. Berevajiyê vê zirarê dide hizûra herêmê, şaristaniyê û musamahaya di navberan dînan da. Hêviya min ew e ku di demeke kin da her tişt vegere halê normal."