10 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsina FETO/PDYyê da hin rêvebirên MÎT, TSK û Emniyetê jî di nav de ji bo 53 kesan biryara girtinê da. Ji bo girtina gumanbaran li 17 wîlayetan operasyon dan destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsina FETO/PDYyê da gelek kesên ku endamên rêxistina FETOyê ne tespît kirin.
Serdozgeriyê der barê 53 kesan da biryara binaçavkirinê da û navend Stenbol li 17 wîlayetan jî dest bi operasyonê kir.
Hat ragihandin ku di operasyonan de gelek kes hatine binçavkirin û li gelek navnîşanan jî hê xebatên lêgerîna gumanbaran dewam dike.