Haydar Şahin
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
ANKARA
Wezareta Karên Derva diyar kir ku axaftina Herbert Raymond McMasterê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Sipî ya ku li saziyeke fikr û ramanan kir û Tirkiyeyê wek hedef nîşan dide bêbingeh e û tu carê nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da bertek nîşanî îdiaya McMaster a ku dibêje Tirkiye piştgiriyê dide îdeolojiyên radîkal dan.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin hîn bûn ku McMaster di axaftina xwe da Tirkiye û hikûmet wek hedef nîşan da ye ji ber vê gelekî xemgîn bûn û wiha hat gotin: "McMasterê Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî li meqamekî wisa ye ku dibê herî zêde ew bizanibe ku Tirkiye li dijî terorîzm û radîkalîzmê têkoşîneke çawa dide. Lêbelê îdiayên wî yên ku tu eleqeya wan bi rastiyê ra tunin merivan şaş û metel dihêlin. Ev tu carê nayê qebûlkirin."
Di daxuyaniyê da wiha pê da çûn: "Em Amerîkayê wek dost û mitefîq dibînin li bendê ne ku ew jî heman helwestê nîşan bide, alîkariya ku dide rêxistinên terorê yên wek YPGyê bibire û vegere têkiliyên me yên mitefiqiya kevneşopî, piştgiriyê bide têkoşîna li dijî terorîzm û radîkalîzmê ya ku Tirkiye li gor meşrûiyeta navneteweyî dide û bi biryardarî didomîne."