Haydar Şahin
11 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2019
ANKARA
Zehra Zumrut Selçuka Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî diyar kir ku ÎŞKURê par ji bo îstixdama milyonek û 247 hezar û 188 kesan navbeynkarî kir û serkeftineke mezin bi dest xist.
Selçuka Wezîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got armanca sereke ya ÎŞKURê ew e ku îstixdamê mihefeze û zêde bike, wesfên bêkaran pêş bixe, bêkariyê kêm bike û komên ji bo wan polîtîkayên taybet lazim dikin li piyaseyê bike xwedî kar.
Selçukê diyar kir ku sazî navbeynkariya xwe didomîne û wiha pê da çû:
"ÎŞKURê par ji bo îstixdama milyonek û 247 hezar û 188 kesan navbeynkarî kir û serkeftineke mezin bi dest xist. Ji wan kesên hatin îstixdamkirin 435 hezar û 317 kes ji jinan pêk tê, 210 hezar û 459 kesan zanîngeh qedandine, 430 hezar û 613ê wan jî ji ciwanan pêk tê.
- Nîv milyon kesî îstifade kir
Wezîrê diyar kir ku saziyê di mijara zêdekirina wesfên xebatkaran da karên kêrhatî kirin û wiha axivî:
"Di vê çarçoveyê da, di sala 2018an da, di çarçoveya bernameyên perwerdeya destpêka kar da 300 hezar û 512 kesan , di çarçoveya qursên perwerdeya meslekî da 117 hezar û 239 kesan û di bernameyên veberhênaniyê da 81 hezar û 183 kesan bi tevahî 498 hezar û 934 kesan ji bernameyên zêdekirina karê çalak îstifade kirin."