Türkan Tosun
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2018
BÎTLÎS
Qasî 200 wênekêş di çarçoveya "Pêşbirka Fotomaratonê ya Hîzanê" da hatin Hîzana navçeya Bidlîsê û wêneyên cihên xwezayî û dîrokî kişandin.
Qaymeqamî û Şaredariya Hîzanê îsal cara çaremîn pêşbirka wêneyan a ku mijara wê "Li Hîzanê Jiyan" e li dar xistin.
Wênekêşên ku beşdarî vê pêşbirkê bûn 3 rojan li navçeyê geriyan û wêneyên cih û warên dîrokî û xwezayî kişandin.
Qaymeqam û Cigirserokê Şaredar Bulent Hamîtoglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bajarên cuda gelek kes beşdarî vê pêşbirkê bûn û juriya pêşbirkê jî ji kesên pispor pêk tê.
- "Xebatên baş derketin holê"
Hamîtoglu wiha axivî: "Salên pêş me emê pêşbirkên ku zêdetir bi nav û deng bin li dar bixin. Dibe ku em beşdarî maratonên wêneyan ên navneteweyî jî bibin. Hîzan ji hêla cih û waran ve ji bo wênekêşan cihekî dewlemend e. Ji hêla avahîsaziya gundan, şiklê malan, dar û nebatên va cuda ye. Yên beşdarî pêşbirkê bûn wêneyê van deran kişandin. Xebatên baş derketin holê."
- "Hîzan teqez divê bê dîtin"
Huseyîn Taşginê ji Qeyseriyê hatiye û di juriyê da cih digre got Hîzan teqez divê bê dîtin lewra cihekî pir xweş e û wiha dewam kir: "Gelê herêmê eleqeyeke mezin nîşanî wêneyan dide. Li her derê ku em çûn wêneyan bikşînin her kesî alîkariya me kir. Ji ber demsalê wêneyên pir xweşik hatin kişandan."
- "Mirovên herî mêvanperwer û xwîngerm li vir in"
Edîtorê Kovara Wêneyan a Atlasê Yildirim Gungor jî got ew li Tirkiyeyê gelekî digere û wiha axivî: "Mirovên herî mêvanperwer û xwîngerm li vir in. Me li vir çend rojan maratoneke xurt kir. Li her derê eleqeyeke mezin nîşanî me dan. Me li hin cihan makîne da destê zarokan û wan wêne kişandin."