Önder Beyter
04 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
MANÎSA
Serokê Rêveberiya Avahiyên Giştî ya Serokwezîriyê (TOKÎ) Ergun Turan wiha got, "Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê 25 hezar xaniyên ku şûna bînayên ku ji ber terorê rûxiyan û xirab bûne tên çêkirin, wê îsal kuta bin û wê ji xwediyê wan ra bên teslimkirin."
Li Mêrdîn, Şirnex, Hekarî û Diyarbekirê teqemeniyên ku mensûbên rêxistina terorê PKKyê bi cih kiribûn, hatibûn jinavbirin û herwiha barîqatên ku tê da dafikên biteqemenî hebûn, hatibûn rakirin. Li van parêzgehan xebatên nûkirina îmar û binesaziya ku ji ber bûyerên terorê zirar dîtine, bênavber dewam dikin.
Li şûna xanî, mizgeft, dibistan û avahiyên qamûyê yên ku ji ber êrîşên terorê biryara rûxandina wan hatibû wergirtin, bi destê TOKÎyê adeta bajarên nû tên avakirin.
Turan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li herêmê birînên terorê bilez tên pêçandin û herwiha avakirina bajarên modern jî bênavber didome. Turan bal kişand ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ligel TOKÎyê ji bo Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya ku di bin tesîra bûyerê terorê da ma, proje amade kir û wiha pê da çû:
Li Nisêbîna Mêrdînê, navenda Şirnexê, navçeyên wê Îdil, Sîlopî û Cizîrê, Yuksekovaya Hekariyê û navenda Diyarbekirê çêkirina 25 hezar xaniyî berdewam e. Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê 25 hezar xaniyên ku şûna bînayên ku ji ber terorê rûxiyan û xirab bûne tên çêkirin, wê îsal kuta bin û wê ji xwediyê wan ra bên teslimkirin. Çêkirina van xaniyan hemû îsal dest pê kir. Emê malê welatiyên xwe yên ku ji ber terora çalê mexdûr bûn, bidin wan."
"Em bajarên ku bi dîmena xwe mirovan serbilind û hestiyar dike, ava dikin"
Turan herwiha bal kişand ku dewlet birîna mexdûrên terorê bi awayê herî baş dipêçe.
Turan bal kişand ku wan li herêmê bajar ava kir ku wê 150 hezar nifûsê bihewîne û wiha dewam kir, "Ev ji bo dewleta me rewşeke serbilindiyê ye. Li herêmê gelek bajarên nû yên modern tên avakirin. Em bajarên ku bi dîmena xwe mirovan serbilind û hestiyar dike, ava dikin."